Jin û ciwanan daxwaza serdana doktoran a Îmralî kirin
Jin û ciwanan daxwaza serdana doktoran a Îmralî kirin
Jin û ciwanan daxwaza serdana doktoran a Îmralî kirin
Li Girkê Legê Yekîtiya Star û Ciwanên Şoreşger daxwaza derbasbûna doktoran a cem Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan xwestin.
Li ber navenda Jin ên ku kincên reş li xwe kiribûn li navenda jinê ya Girkê Legê hatin cem hev. Jin saetekê rawestiyan û piştre daxuyaniyek xwednin. Di daxuyaniyê de helwesta hikûmeta Tirkiyê hate şermezar kirin û hate xwestin ku doktor di zûtirîn dem de derbasî cem Rêberê Gelê Krud Abdulah Ocalan bibin. Di daxuyaniyê de tecrîda li ser Ocalan hate şermezar kirin û bang li saziyên mirovî hate kirin da ku mudaxele bikin ku doktor derbasî cem Ocalan bibin.Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku jinên kurd heta ku komîteya Doktorar a serbixwe derbasî cem Ocalan bibin çalakiyên xwe bidomînin.
Tevgera Ciwanên Şroreşger jî bi heman armancê li ber navena xwe ya li Girkê Legê çalakî lidarxistin. Çalakiya ciwanan setekê dom kir û piştre daxuyaniek hate xwendin.
Di daxuyaniyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Krud Abdulah Ocalan hate şermezar kirin û bang li hikûmeta Tirkiyê hate kirin da ku rê bide doktoran da ku derbasî cem ocalan bibin. Di daxuyaniyê hate bibîrxistin ku ambargoya li dijî rojavayê Krudistanê û tecrîda li ser Ocalan ji heman navendê tê birêvebirin.