Ji zilaman kampanyaya lixwekirina kincên jinên Kurd
Ji zilaman kampanyaya lixwekirina kincên jinên Kurd
Ji zilaman kampanyaya lixwekirina kincên jinên Kurd
Rejîma Îranê kincên jinên Kurd li mehkûmên zilam ên Kurd kirin û ew gerandin. Nerazîbûnên li hemberî vê yekê her ku diçe zêdetir dibin. Jin vê yekê weke heqaretkirina li jin û çanda Kurdan bi nav kir û daketin kolanan. Zilaman jî bi kampanyayeke balkêş destek da jinên Kurd.
Rejîma Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Merîwanê mehek cezayê “bi kincên jinên Kurd ên sor ên neteweyî ve dê li kolanên bajêr bigerin” da girtiyên zilam ên Kurd. Herî dawî roja 16’ê nîsanê komek girtî bi cil û bergên jinên Kurd ve li kolanên Merîwanê hatin gerandin. Ev yek li rastî nerazîbûnên tund hat. Jinên Kurd li Merîwanê daketin kolanan û ev yek protesto kirin. Jin û gelê Merîwanê vê yekê weke heqareta li hemberî jin û çanda Kurdan bi nav kirin û xwepêşandan li dar xistin.
Yekitiya Jinên Rojhilatê Kurdistanê –YJRK vê pêkanînê weke polîtîkaya heqaretkirina li gelê Kurd bi nav kir û da zanîn ku ev bêrêziya li hemberî gel û jinên Kurd nayê qebûlkirin û xwest berpirsên vê pêkanînê bên cezakirin.
Hin zilamên Kurd jî bi kampanyayeke balkêş piştgirî dan çalakiyên jinan. Zilamên ku vê yekê weke bêrêziya li hemberî çand û jinên Kurd bi nav kirin, cil û berên neteweyî yên jinên Kurd li xwe kirin. Kampanyaya ku li Îran û derveyê welat hate destpêkirin, di çapemeniya civakî de li rastî eleqeyeke xurt hat. Zilamên Kurd ên li Swêdê dijîn kincên jinan li xwe dikin û destekê didin kampanyayê.