Ji YXK û Ciwanên Azad li avahiya SPD'ê 'bêîtaetiya sivîl'
Ji YXK û Ciwanên Azad li avahiya SPD'ê 'bêîtaetiya sivîl'
Ji YXK û Ciwanên Azad li avahiya SPD'ê 'bêîtaetiya sivîl'
Yekîtiya Xwedekarên Kurdistanê (YXK) û rêxistinbûyîna sîwanî ya ciwanên Kurdistanê Ciwanên Azad, li avahiya navendî ya SPD'ê ya li Frankfurtê, ku hevparê hikûmetê ye, bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê çalakiya bêîtaetiya sivîl dan destpêkirin.
Bi armanca şermezarkirina êrîşên li hemberî Kantona Kobanê û xwedîderketina li berxwedana Kobanê YXK û Ciwanên Azad, li bajarê Elmanya Frankfurtê li avahiya navendî ya SPD'ê çalakiyeke bêîtaetiya sivîl lidar xistin.
YXK û Ciwanên Azad der barê çalakiyê de daxuyaniyek dan û gotin, "Heta ku daxwazên me yên ji bo rizgarkirina bi deh hezaran mirovên li Kobanê bicih werin anîn, em ê çalakiya xwe dewam bikin."
Di daxuyaniyê de ji bo armanca çalakiyê hat gotin, "Em dixwazin hevparê hikûmeta Elman SPD li hemberî êrîşên DAIŞ'ê yên li dijî Kobanê helwestê nîşan bide" û ev daxwaz hatin kirin:
"-Divê SPD'ê helwestê li hemberî êrîşên DAIŞ'ê nîşan bide, vê ji raya giştî re aşkera bike û bikeve nava tevgerê. Pêwîste hikûmeta Elman desteka polîtîk, dîplomatîk, lojîstîk û pararastina cewherî bi her awayî alîkariyê bide gelê niha li Kobanê li ber xwe dide. Bila heyetek ji parlamenterên SPD'ê biçe xeta sînor a Bakur-Rojava û lêkolînan bike.
-Hikûmeta Elman û SPD zextê li Tirkiyeyê bikin ku desteka xwe ya ji bo DAIŞ'ê bibire. SPD û hikûmeta Elman destekê bidin pêvajoya çareseriyê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê.
-Divê qedexeya li ser PKK'ê were rakirin, li dijî hêzên DAIŞ'ê hîn bêtir tedbîr werin girtin.
-Ji bo daxwazên xwe yekser ragihînin em dixwazin bi Parlamenterê SPD'ê yê Ewropayê Udu Bullmann, Parlamentera SPD ya Federal Ulu Nissen, parlamenterê SPD'ê yê eyaleta Hessenê Tûrgût Yuksel re hevdîtinê bikin."
YXK û Ciwanên Azad, rojnamevan vexwendin Navenda SPD'ê ya li Frankfurtê ku daxwazên wan ji raya giştî ya Elman û navneteweyî re ragihînin.