Ji Yunis Afayan ê Kurd 8 sal e agahî nîn e

Ji Yunis Afayan ê Kurd 8 sal e agahî nîn e

Ji Yunis Afayan ê ji aliyê Hêzên Rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve li bajarê Urmiyeyê beriya niha bi 8 salan hat girtin agahî nayê wergirtin.

Yunis Afayan di sala 2004’an de ji aliyê Hêzen Rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû girtin û ji aliyê dadgehê ve cezayê bidarvekirinê lê hatibû birîn. Ji Afayan ê ji roja ku, cezayê bidarvekirinê lê hatiye birîn agahî nayê wergirtin.

Bavê Yunis Afayan ragihand ku, 8 sal in tu agahî der barê kurê xwe de negirtiye û nizane çi bi serê kurê wî hatiye.

Bavê Yunis Afayan bang li raya giştî kir da ku, piştgiriya wan bikin û agahiyekê ji kurê werbigirin.