Ji YPG’ê li eniyên rojhilat û başûrê rojava çalakiyên bi bandor

Ji YPG’ê li eniyên rojhilat û başûrê rojava çalakiyên bi bandor

Hêzên YPG/YPJ’ê di 14. roja berxwedana Kobanê de derbeyên giran li çeteyan didin. Şevê din li rojhilatê Kobanê hêzên YPG’ê êrîşên ji sê aliyan ve şkandin, li hember çeteyên hewl didan ji başûrêrojava êrîş bikin çalakî li dar xistin. Li her du eniyan 55 çete hatin kuştin.

Navenda çapemeniya YPG’ê têkildarî şer û pevçûnên duh bi şev agahî da.

LI ENIYA ROJHILAT JI SÊ MILAN VE ÊRÎŞ HATIN PAŞDEXISTIN

YPG’ê têkidarî êrîşên çeteyên DAIŞ ên duh bi şev ji sê milan ve li hember gundê Kozika yê rojhilatê Kobanê agahî dan:

YPG'ê got: “Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, ku bi armanca dagirkirina Kobanê 15'ê Îlonê destpê kiribûn dewam dikin. Hêzên me, êrîşên çeteyên ku li derdora Kobanê bi cih bûne têk dibin û bi operasyonan derbeyên mezin li wan dixin.

Çeteyên DAIŞ'ê şevê din, li gundê Kozika yê Rojhilatê Kobanê, ji sê aliyan ve êrîş pêk anîn. Di van êrîşan de tank, top û çekên giran hatin bi kar anîn. Hêzên me bersiva tund dan çeteyan û derbeyên mezin li wan dan. Di vî şerî de 11 çete hatin kuştin û wesayîtek doçka barkirî hat rûxandin.

Dîsa li heman eniyê, li gundê Şêranê, şervanên me li dijî çeteyan çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de qasî ku hate tespîtkirin 8 çete hatin kuştin."

LI BAŞÛRÊROJAVA LI HEMBER ÇETEYÊN DI NAV AMADEKARIYÊN ÊRÎŞAN DE ÇALAKÎ

Li gor daxuyaniyê hêzên YPG'ê duh nîvê şevê li hember çeteyên li gundê Mûmanê û Mînaze yên li başûrêrojava yê Kobanê ku di nav amadekariyên êrîşan de bûn operasyonek li dar xistine.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn.

"Hêzên me şevê din, saet 24:00'an de, li gundên Mumanê Minazê yên li başûrrojavayê Kobanê li hemberî çeteyên ku amadekariyên êrîşan dikirin, operasyonek pêk anîn. Di vê operasyonê de, li gundê Minazê 4, li gundê Mumanê jî 4 nuqte hedef hatin girtin. Di encama operasyonê de herî kêm 36 çete hatin kuştin û wesayîtek leşkerî hat rûxandin."

ŞERÊ LI CEZAA DIDOMIN

Li gor daxuyaniya YPG'ê şer û pevçûnên li Cezaa didomin.

"Şevê din li rojhilatê Cezaa li girê Sefanê ku dikeve nava sînorê Iraqê çeteyên DAIŞ'ê hewldan ku êrîş bikin. Lê belê şervanên me bersiv dan û gelek çete hatin kuştin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin.”