Ji YPG’ê li dijî komên çete çalakî
Ji YPG’ê li dijî komên çete çalakî
Ji YPG’ê li dijî komên çete çalakî
Şerê bi êrişa çeteyan a 25'ê Gulanê li dijî gundên Ziyaret, Basilê, Bênê û Akibê yên navçeya Efrîn Şêrawa destpê kirin, li gundên Mahrezkê yê ser bi bajarokê Şera û gundên Mezrê yên ser bi Azazê dewam dikin. Pêr komeke çete êrişî nuqteya kontrolê ya YPG'ê ya li gundê Mahrezkê kirin û şerê bi vê êrişê re destpê kir, doh êvarê jî dewam kir.
Doh êvarê, hêzên YPG'ê li dijî komên çete mafê xwe yê bersivdayînê bikar anî. Di çalakiya li dijî maleke endamên çete de, şerên dijwar qewimî. Di encamê de herdu mal şewitîn.
YPG'ê da xuyakirin, ku endamên komên çete yên di hundurê malan debûn, pirraniya wan hatine kuştin.