Ji YPG’ê çalakiya bersivdayînê: 5 kuştî, 9 dîlgirtî

Ji YPG’ê çalakiya bersivdayînê: 5 kuştî, 9 dîlgirtî

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) çalakiya bersivdayîna li hemberî komên çekdar a ku êrîşî benda kontrolê ya Gundê Xezawiya Efrînê kiribûn lidar xist. Di encama çalakiyê de 5 çekdar hatin kuştin û 9 dîl hatin girtin. YPG’ê navê 2 şervanên xwe yên ku di êrîşa Efrînê de jiyana xwe jidest dane jî aşkere kir.

Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê li herêma Efrînê derbarê êrîşa komên çekdar a duh êvarê li ser benda Kontrolê ya YPG’ê, li gundê Xezawiyê ya Navçeya Şêrewa ya Efrînê pêk hatibû û di encamê de 2 şervanên YPG’ê jiyana xwe jidest dabûn û 2 birîndarbibûn daxuyaniyeke nivîskî weşand.

DU ŞERVANÊN YPG’Ê JIYANA XWE JIDEST DA Û DU JÎ BIRÎNDAR BÛN

Di daxuyana Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê li Efrînê hate diyar kirin ku, komeke çekdar a girêdayî Artêşa Azad ku kesê bi navê Ebû Xeldûn serkêşiya wê dike, duh di saetên êvarê de êrîşî benda kontrola YPG’ê ya li Gundê Xezawiyê kirine. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di encama êrîşê de şervanên YPG’ê Egîd û Mihemed jiyana xwe jidest dane û 2 şervanên din jî birîndar bûne.

5 ÇEKDAR HATIN KUŞTIN Û 9 JÎ DÎL KETIN DEST

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, şervanên YPG’ê mafê xwe yê bersivdayînê bikar anîne û di seetên sibehê de çalakiya bersivdayînê lidar xistine. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, di encama çalakiya bersivdayînê de 5 çekdar hatine kuştin û 9 çekdar jî dîl ketin destê YPG’ê, 3 wesayîtên leşkerî bi temamî hatine ruxandin û 3 wesayîtên din ên leşkerî, doşka 12,5, doşka 23, bîksiyek, arpîçiyek, 3 qilêşên Rûsî û demançeyek hatin destserkirin.

Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê li Efrînê di daxuyaniya xwe de, da zanîn ku ewê bi hemû hêza xwe mafê bersivdayînê bikarbînin û bersiva êrîşên li dijî gelê kurd bidin û wiha domkir: ‘’Em ji gelê xwe re tekez dikin ku êrîşên li dijî gelê me wê bê bersiv nemînin. Emê bi hemû hêza xwe û li gorî tola şehîd û gelên xwe bersiva hemû êrîşan bidin.’’ 

Di dawiya daxuyaniyê de komên çekdar hatin hişyar kirin û ji wan hate xwestin ku di derbarê destkeftiyên gelê Kurd de hesabên xwe ji nûve di berçavan re derbas bikin.

Nasnameya her 2 şervanên YPG’ê yên di êrîşê de jiyana xwe jidest dan jî hate eşkerekirin. Nasnameya her 2 şervanên YPG’ê wiha ne:

Nas û nasnav: Mihemed Şahîn (Şêx).

Navê Bav: Ebdulqadir.

Navê Dayikê: Cemîle.

Dîrok û cihê ji dayîkbûnê: 5’ê Tîrmeha 1970’an Gundê KOBAKA Cindêrisa Efrînê.

Nav: Egîd Îsmet.

Navê bav: Mihemed.

Cihê ji dayikbûnê: Gundê Qeretepe ya Efrînê.

Cenazeyê 2 şervanên YPG’ê îro di seetên piştî nîvro de li Goristana Şehîd Refîq a Navçeya Şera ya Efrînê wê werin defin kirin.