Ji YNK û malbatên'şehîdan' serdana gerîlayan
Ji YNK û malbatên'şehîdan' serdana gerîlayan
Ji YNK û malbatên'şehîdan' serdana gerîlayan
Berpirsên YNK’ê yên Kerkûk û Germiyanê û malbatên gerîlayên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, çûn serdana çeperên gerîlayan ên li Kerkûkê.
Şandeya ji berpirsên Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistan (YNK) û malbatên gerîlayên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, li Kerkûkê hatin serdana çeperên gerîlayan.

Li ser navê şandeya ji Kerkûkê hate serdana gerîlayan Mamoste Muhemed û dilxweşiya xwe ya ji bo hatina gerîlayan bo Kerkûkê diyar kir û got: “Hatina PKK’ê ya Kerkûkê ji bo me pir girîng e. Ev ji bo pêşmerge û gelê Kerkûkê jî kêfxweşiyeke mezin e. Îro gerîla û pêşmerge di heman çeperê de şer dikin. Ev yek dîrokek e. Gerîlayan tu ferq nexist navbera Kobanê, Amed û Kerkûkê. Ev nîşaneya neteweperweriya gerîlayan e. Ev helwest peyameke girîng e. Îro Kurd li her derê ji bo yekîtiya neteweyî têdikoşin. Em berxwedana Kobanê silav dikin.”

Li ser navê şandeya ji Germiyanê hat berpirsê pêşmergeyên Germiyanê Şêrzad Bawenûrî axivî û got: “Gelê Başûr ji ber parastina we serbilind e. Em pir kêfxweş bûn. Em hemû wekhev in. Em hemû biran e. Şervanên YPG û YPJ’ê yên li Rojava şer dikin jî xwişk û birayên me ne. Îro ji her derê ve êrîş li ser Kurdistanê hene û em hemû bi hev re li dijî dijmin şer dikin. Armanca me yekîtiya neteweyî û parastina gelê me ye.”
Ji gerîlayên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest daye bavê Karwan Gabar, Mamose Elî jî diyar kir ku cihgirtina di nava refên parastina Başûrê Kurdistanê de ji bo hemû Kurdan pêngaveke dîrokî ye û ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî pêngaveke girîng e.
Elî da zanîn ku ew weke malbatên şehîdan ji ber parastina Başûrê Kurdistanê bi gerîlayan serbilind in û berxwedana li Rojavayê Kurdistanê silav kir.
Li ser navê gerîlayan jî ji fermandarên HPG’ê Egîd Kelar axivî û diyar kir ku serdana şandeyê ew kêfxweş kiriye û destnîşan kir ku ew weke gerîlayên HPG’ê her tim gelê Kurd biparêzin.
