Ji YDG-H'ê ji bo berxwedana Gezî banga "tevlêbûna çalak"
Ji YDG-H'ê ji bo berxwedana Gezî banga "tevlêbûna çalak"
Ji YDG-H'ê ji bo berxwedana Gezî banga "tevlêbûna çalak"
Tevgera Ciwanan a Şoreşger û Welatparêz (YDG-H), berxwedana Parqa Gezî, weke encam û dewama têkoşîna Mahîran, Mazlûman, Denîzan, Kemalan, Zîlanan û Bêrîtanan bi nav kir û bang li ciwanên Kurd kir ku bi awayekî çalak beşdar bibin.
YDG-H'ê da xuyakirin ku ciwanên Kurd di nava du rojên dawî de bi reng û alên xwe bi awayekî çalak di nava bexwedanê de cih digirin û got, "Divê ji hêzên netewperest, ergenekonî û faşîst ên dixwazin vê firsendê li dijî pêvajoya nû ya çareseriyê bikar bînin, bi sekna rêxistinbûyî destûr ji wan re neyê dayîn."
Di daxuyaniya YDG-H'ê de hat ragihandin ku Kurdistan û Tirkiye ji her alî ve di rojên dîrokî re derbas dibe û hat destnîşankirin, ku Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd a bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, di roja îro de bûye hêz û çavkaniya agirê raperînê yê li kolanên Tirkiyê bilind dibe. Ev bexwedana li gelek deverên Kurdistan û Tirkiyê deng veda, dewam û encama têkoşîna Mahîran, Mazlûman, Denîzan, Kemalan, Zîlanan, Bêrîtanan e. Ciwanên Şoreşger ên Kurdistanê, ku ji roja destpêkê ya berxwedana Geziyê cih girt, divê ji niha û pê ve jî bi reng û nasnameya xwe bi awayekî çalak cihê bigirin. Pêwîste ji hêzên netewperest, ergenekonî û faşîst ên dixwazin vê firsendê li dijî pêvajoya nû ya çareseriyê bikar bînin, bi sekna rêxistinbûyî destûr ji wan re neyê dayîn."
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz di dawiya daxuyaniya xwe de silav li berxwedêrên çalakiya Geziyê kir û banga bilindkirina têkoşîna şoreşgerî kir.