Ji YDG-H’ê banga tevlîbûna mewluda ji bo Murat Îzol
Ji YDG-H’ê banga tevlîbûna mewluda ji bo Murat Îzol
Ji YDG-H’ê banga tevlîbûna mewluda ji bo Murat Îzol
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H) ji bo mewluda ku dê ji bo ciwanê Kurd Murat Îzol ê ku li Amedê ji ber gulebarana polîsan xwe avêt robarê Dîcle û jiyana xwe ji dest da banga tevlîbûnê kir.
YDG-H’ê bi belavokekê banga tevlîbûna mewluda ku dê ji bo ciwanê Kurd Murat Îzol bê dayin kir. Tevgera ciwanan da zanîn ku Îzol her tim ji aliyê “polîsên faşîst ên Tirk” ve dihate tehdîtkirin û bi bîr xist ku ji ber êrîşa polîsan xwe avêtiye robarê Dîcleyê û jiyana xwe ji dest daye.
Di belavokê de hate xwestin ku her kes roj yekşemê (îro) tevlî mewluda ku dê saet di 14.00 de li Fiskayayê bê lidarxistin bibin.