Ji Wargeha Mexmûr: Jiyanek azad vegerek bi rûmet
Ji Wargeha Mexmûr: Jiyanek azad vegerek bi rûmet
Ji Wargeha Mexmûr: Jiyanek azad vegerek bi rûmet
Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem di derbarê pêvajoyê de bi daxuyaniyeke giştî helwesta xwe aşkere kir. Di konferansê de hat diyarkirin ku, wan biryar girtiye ku ji bo jiyanek azad û vegerek bi rûmet vegerin warên xwe.
Wargehê Şehîd Rûstem di 6’emîn Konferansa xwe de gelek biryarên girîng girtin. Di encama konferansê de wiha hat gotin: “Konferansa me pirsgirêka penabertiya ku gelê me bi salane pêre rû bi rû ye, weke encama polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewleta Tirk ên demdirêj li Bakûrê Kurdistanê da meşandin, nirxandiye. Bal kişandiye ser pirsgirêka penabertiya Kurdên Bakûr, her çi qas xwesertiyek ya xwe hebe jî; ne tenê pirsgirêka ku gelê me yê Wargeha Şehîd Rûstem rûbirû mayî ye. Ji bo vê jî; konferansa me bi şîara “Jiyanek Azad, Vegerek Birûmet” daye diyarkirin ku, heta Rêberê Gelê Kurd Azad nebe, polîtîkayên înkar û îmhayê ranebe û dîsa saziyên şerê taybet yên weke cerdevantî, hêzên kontra û hwd ji holê ranebin, bi tu awayî wê vegerek neyê pejirandin. Ji bo vegerê jî înîsîyatîfa biryardayînê bi vîna gelê wargehê û Konferansa ku Rêberê Gelê Kurd pêşniyar kir ku li Amedê were li darxistin, dikare pêk were.”
KONFERANS DIYARÎ SÊ JINÊN KURD Û YÊN DI ŞERÊ ŞOREŞGERÎ DE JIYANA XWE JI DEST DANE KIR
Li ser navê delegeyên Konferansa Meclîsa Gel Mamoste Xatun Babat daxuyanî da. Xatun anî ziman ku, ew bi konferansa xwe ye 6’emîn gihiştine encamên girîng û anî ziman ku, ew wek wargeh girîngî didin van xalan: “Weke Wargeha Penaberan a Ş. Rûstem ku ev ji bîst salan zêdetire, em di derfetên penabertiyê de dijîn, di navbera 11-15’ê nisana 2013’an de me bi dirûşmayên “Rizgariya Demokratîk Jiyana Azad”, “Ji Rêber Apo re Azadî ji Kurdistanê re Statû” dest bi konferansa xwe kiribû, di encama nirxandin, nîqaş û biryarên girîng de me konferansa xwe bi encam kir. Me konferansa xwe di kesayeta Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de diyarî şehîdên pêvajoya şerê gelê şoreşgerî kir. Konferansa me, di pêvajoya kû Rêberê gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan, bi dirûşma “Rizgariya Demokratîk û avakirina Jiyana Azad” dayî destpêkirin, bi tevlîbûna 320 beşdaran hat lidarxistin.”
‘JIYANEK AZAD VEGEREK BIRÛMET’
Xatûn di berdewama daxuyaniyê wiha got: “Pêvajoya ku ji aliyê Rêberê me Abdullah Ocalan ve hatî destpêkirin, ji bo çareseriya pirsgirêka gelê Kurd û hemû pirsgirêkên ku di Rojhilata Navîn de tên jiyan, gavekî dîrokî ye. Bi vê zanebûnê, me di konferansa xwe de ev rojev girt dest, nîqaş kir, pêşniyar û biryar girtin. Bi pêşveçûna vê pêvajoyê re, komcivaka ku rasterast têde cihê xwe bigire, jê re pêşengî bike û heman demê de ji encamên ku jê derdikevin bi bandor bibe, penaberên wargeha Ş. Rûstemin. Konferansa me pirsgirêka penabertiya ku gelê me bi salane rûbirû ye, weke encamê polîtîkayên înkar û îmhaya dewleta Tirk yên demdirêj li Bakûrê Kudistanê da meşandin, nirxandiye û bal kişandiye ser pirsgirêka penabertiya Kurdên bakûr, her çi qas xwesertiyek xwe hebe jî; ne tenê pirsgirêka ku gelê me yê Wargeha Ş. Rûstem rûbirû mayî ye. Ji bo vê jî; konferansa me bi dirûşma; “Jiyanek Azad, Vegerek Birûmet” daye diyarkirin ku heta Rêberê Gelê Kurd Azad nebe, polîtîkayên înkar û îmhayê ranebe û dîsa saziyên şerê taybet yên weke cerdevantî, hêzên kontra û hwd. ji holê ranebin, bi tu awayî wê vegerek neyê pejirandin. Ji bo vegerê jî însîyatîfa biryar dayînê bi vîna gelê wargehê û konferansa ku Rêberê gelê Kurd pêşniyar kir ku li Amedê were li darxistin, dikare pêk were.”
LI HEMBER MODERNÎTEYA KAPÎTALÎZMÊ, TÊKOŞÎN
Xatun di berdewama daxuyaniye de wiha axivî: “Konferansa me di derbarê pirsgirêkên wargehê yên bîrdozî, civakî, aborî û siyasî de nîqaş bi rêvebirin. Di encama van nîqaşan de hate tespîtkirin ku hem ji ber derfetên penaberiyê, hem jî ji ber guhertinên ku di civakê de çêbûyîn, pêwîstîyek behtir mezin têkoşîna dij li çanda modernîteya kapîtalîst bi xwe re anîye, ji bo vê jî bal kişandiye ser girîngiya perwerdeyê û rêkxistinkirina qada aboriyê. Konferansa me li ser pergala xwe jî nîqaş meşandiye û carek din destnîşan kiriye ku li gor standartên penabertiya cîhanê Wargeha Ş. Rûstem xwediyê pergalek nimûne ya Xweser e ku mînaka wê di cîhanê de tune ye. Ev pergal, perspektîfên Rêberê Apo yên weke KCK’ê bi sîstembûyî ji xwe re bingeh digire. Di vê mijarê de nîqaşên ku hatin kirin hat diyarkirin ku hêj jî pirsgirêkên me yên xistina pratîk û bi kiryarkirina sîstema me hene. Hemû rêxistin û saziyên li wargehê hatine sazkirin, weke ku ji wan hatî xwestin ji pêwistiyên jiyanî yên gelê wargehê re nebûne bersiv. Di vê derbarê de rexne û rexnedayîn pêşketine. Ji bo derbaskirina van pirsgirêkên, biryardariyek mezin derketiye holê.” Xatin, di direjahiya daxuyaniyê de bal kişandina ser pêvajoyê û got: “Konferansa me girîngî û taybetmendiya pêvajoyê jî daye berçav, li gor wê nîqaş pêşxistiye. Ji bo derbaskirina pirsgirêkên heyî, xwe gihandiye plansaziyekê. Di vê der barê de ji bo her qada civakî biryarên girîng girtine."
BANGAWAZIYA KONFERANSÊ...
Xatûnê destnîşan kir ku, "Konferansa me ya ku tê de nûnerên ji hemû beşên civakê û saziyên wargehê amadebûyî, bi yek dengî biryardariya xwe der barê pêvajoya ku Rêberê Apo dayê destpêkirin de da diyarkirin û bang li hemû Kurdan û hêzên siyasî yên Kurd dike ku di nav yekîtiyekê de tevlî vê pêvajoyê bibin û piştgiriya xwe bikin. Yek jî bîryarên her girîng di konferansa me de hatî girtin, ji bo PKK di qada navnetewî de ji lista rexistinen terör be derxistin çûye bîryara bi rengên curbe cur pêşxistina tekoşîne. Li ser ve bingehî konferansa me bang li tevahî gele kurd, mirovahî ya pêşverû û demokrat û dostên gelê Kurd kir kû vê tekoşîna me piştgirî bikin.”
Dawîya daxuyaniyê de ev hat gotin: “Konferansa ku pênç rojan berdewam kirî, balkişandiye ser berpirsyartiya demê. Encamên ku di konferansa me de derketî holê, coş û kelecanek mezin da çêkirin. Bi şîarên xwe yên ku dilsoziya xwe bi Rêber Apo şehîdên azadiya re anîn ziman û kopnferansa me bi seketi bi encam bû.”