Ji Wanê ji bo Kobanê 120 koliyên alîkariyê
Ji Wanê ji bo Kobanê 120 koliyên alîkariyê
Ji Wanê ji bo Kobanê 120 koliyên alîkariyê

Komeleya Hewldana 78’yiyan a Wanê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ ên li ser Kobanê 120 koliyên alîkariyê kom kirin û radestî desteya Koordînasyona Wanê kirin.
Kampanyayên alîkariyê yên ji bo Kobanê ya di bin êrîşên çeteyan de ye dewam dikin. Li Wanê di serî de Şaredariya Bajarê Mezin kampanyaya alîkariyê ya ji aliyê gelek saziyan ve hatiye destpêkirin Hewldana 78’yiyan jî piştgirî da.
Komeleya Hewldana 78’yiyan a Wanê ji bo Kobaniyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ mexdûr bûne 120 kolî kinc, betaniye, bezê zarokan û pêdiviyên din ên însanî bi koliyan amade kirin.
Di dema radestkirina koliyeyên alîkariyê de Serokê Komeleya Hewldanan 78’yiyan Şemsettîn Takva ku axivî, diyar kir mirovên ji ber êrîşên DAIŞ reviyane pêwîstiya wan bi her cure alîkarî heye û da xuyakirin ku li gor derfetên xwe ji bo Kobanê koliyeyên alîkariyê amade kirine.
Takva diyar kir ku alîkarî endamên Hewldana 78’yiyan di organîzeya di navbera xwe de amade kirine û ev kolî radestî Desteya Koordînasyona Wan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ava kiriye, kirin.
