Ji Waliyê Tirk ê li Amedê daxuyaniya sosret
Ji Waliyê Tirk ê li Amedê daxuyaniya sosret
Ji Waliyê Tirk ê li Amedê daxuyaniya sosret
Walitiya Tirk a li Amedê, der barê kuştina Medenî Yildirim ê di gulebarana leşkeran a li ser girseya li dijî qereqolan meşiyan de jiyana xwe ji dest da daxuyanî da. Walî îdîa kir ku di nava girseyê de kesên gule berdan leşkeran hebûn û leşkeran jî gule berdane hewayê. Der barê lêpirsîna leşkeran de jî tu daxuyanî nehat dayîn.
Di 28'ê Hezîranê de dema girseya ji bo avakirina qereqola Hezanê ya Navçeya Liceya Amedê şermezar bike meş pêk anî, leşkeran gule barand ser gel û di gulebarana leşkeran de Medenî Yildirim ê 18 salî jiyana xwe ji dest da û 3 jê giran 10 welatî birîndar bûn. Têkildarî bûyerê Walîtiya Tirk a li Amedê daxuyaniyek nivîskî da. Walitiyê anî ziman ku piştî daxuyaniya girseya gel a ji bo şermezarkirinê, li hemberî qereqolê êriş hatiye kirin û got, "Ji nava komê bi guleyan êriş li dijî qereqolê hat kirin. Leşkeran jî gule berdan hewayê."
Walitiyê der barê lêpirsîna leşkeran de tu daxuyanî neda. Lê li gorî şahidan hat diyarkirin ku leşkeran gule barandiye ser girsê.