Ji UNESCO banga parastina mîrasên dîrokî

Rêxistina Perwerde, Zanîst û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) bang li Konseya Ewlekariyê ya NY’yê kir ku parastina mîrasên dîrokî bixe nava peywirên parastina aştiyê.

Rêxistina Perwerde, Zanîst  û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) bang li Konseya Ewlekariyê ya NY’yê kir ku parastina mîrasên dîrokî bixe nava peywirên parastina aştiyê.

Rêvebera Giştî ya UNESCO Irina Bokova di konseyeke ne fermî ya ku ji aliyê Fransa û Urdunê ve li Parîsê hate lidarxistin de axivî û banga parastina mîrasên dîrokî li Konseya Ewlehiyê ya NY’yê kir.

Di civîna ne fermî de, bal kişand ser hilweşandina tesîsên arkeolojîk ên li Sûriye û Iraqê û xwest şelandina bermayên arkeolojîk bê astengkirin.

Irina Bokova got: “Qirkirinên çandî û zilma li hemberî kêmaran bi lez û bez berdewam dike.” bang li Konseya Ewlekariyê ya NY’yê kir ku parastina mîrasên dîrokî bixe nava peywirên parastina aştiyê.

Sekreterê Giştî yê Interpolê Jurgen Stock jî tevlî civînê bû û têkildarî mijarê agahî parve kir.

Konseya Ewlekariyê meha Sibatê biryarek girt û da zanîn ku ji bo çikandina çavkaniya darayî ya çeteyên DAIŞ’a dijminê mirovahiyê firotina berhemên dîrokî qedexe kiribû.