Ji TUHAD-FED'ê banga ji bo tenduristiya Ocalan
Ji TUHAD-FED'ê banga ji bo tenduristiya Ocalan
Ji TUHAD-FED'ê banga ji bo tenduristiya Ocalan
TUHAD-FED'ê balkişand ser rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bang li Wezareta Dadê kir ku bi lez bersiv bide serdanên TTB û KCD'ê yên ku ji bo heyeteke doktorên serbixe bikaribe biçe Îmraliyê.
Federasyona Komeleyên Malbatên Girtiyan (TUHAD-FED) têkildarî rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civînek çapemeniyê li dar xist.
Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê di civînê de diyar kir ku ji ber rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava fikaran de ne û wiha axivî: "Mîmarê pêvajoyê Rêberê me ye. Em helwesta hikûmetê ya li hemberî tenduristiya birêz Ocalan qebûl nakin. Rêberê me Birêz Ocalan, xeta sor ya gelê Kurde. Ên ku sebra kurdan diceribînin wê bedelên giran bidin. Lazime hikûmet dev ji sabotekirina pêvajoyê berde. Divê bi lez bersiv bidin serdanên TTB û KCD'ê yên ji bo Îmraliyê."