Ji Şaxa TPAO ya Êlihê 200 kes ji kar hatin derxistin
Ji Şaxa TPAO ya Êlihê 200 kes ji kar hatin derxistin
Ji Şaxa TPAO ya Êlihê 200 kes ji kar hatin derxistin
Şaxa Êlihê ya Petrol-Îş, ji bo 200 karkerên muteahhît ên di TPAO ya Êlihê de dixebitin ji kar hatin derxistin meşek li dar xist û li ber TPAO daxuyaniya çapemeniyê da.
Endamên sendîkaya Şaxa Petrol-Îş ku di nav wan de serokê Şaxê Mesut Mustafa Tekîk jî amade bû nêzî 300 karker li ber avahiya sendîkayê kom bûn û ber bi TPAO meşiyan. Koma ku li ber TPAO kom bûn, daxuyaniyeke çapemeniyê da.
Li ser navê komê Orhan Benîce, got ku neheqiya li hember karkeran qebûl nakin, 200 karkerên nedaîmî dihatin xebitandin ji kar hatine derxistin û got ku hewl didin wan bê nan bihêlin.
Piştî daxuyaniya çapemeniyê Serokê Şaxa Petrol-Îş a Êlihê Mustafa Mesut Tekîk jî got, "Sedema me ya ku em li vir ev e ku em li rex her beşa civakê ya em yekîn dikin ku mafê wan tê xwarin, mexdûr û mezlûm in.”
Piştî daxuyaniya çapemeniyê kom belav bû.

