Ji Remzî Kartal daxuyaniyên girîng li ser pêvajoyê!
Ji Remzî Kartal daxuyaniyên girîng li ser pêvajoyê!
Ji Remzî Kartal daxuyaniyên girîng li ser pêvajoyê!
Serokê KONGRA-GEL Remzî Kartal diyar kir ku, hukûmeta AKP'ê gavê divê ji bo çareseriyê bên avêtin, neavêtiye û taktîka sergerandinê şopandiye. Kartal destnîşan kir ku tevî dewlet berpirsyariyên xwe bicih nîne dixwaze pêvajoyê "Bi destê Kurdan" têk bibe.
Di pêvajoyeke ku polîtîkayên zextê yên hukûmetê rê li ber gumanan vedikin de, Serokê KONGRA-GEL Remzî Kartal ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku, weke aliyê Kurdan ew berpirsyariyên xwe bicih tîne. Kartal ragihand ku di qonaxa duyemîn a pêvajoyê de hukûmet berpirsyariyên xwe bicih nîne û di şûna vê de taktîkeke sergerandinê dişopîne.
- Pêvajoya çareserî û aştiyê li nava herkesî rê li ber hêviyê vekir. Lê belê helwesta hukûmetê bû sedema reşbîniyê. Gelo pêvajo dixetime?
Hevdîtinên bi Rêber Apo re dewam dikin. Lê belê hukûmetê sozên xwe yên di çarçoveya lihevkirinê de dabû, bicih neanî. Bi kurtasî AKP'ê karê xwe nekir. Bi taybetî di vê qonaxa duyemîn de diviyabû gelek qanûn bihata guhertin. Mînak; qanûna partiyên siyasî, qanûna hilbijartinê, benda hilbijartinê, qanûna têkoşîna li dijî terorê hwd. Diviyabû ev hemû niha di rojeva parlamentê de bûna, lê deng jê nayê.
- Ev hemû sozên destpêkê hatibûn dayîn bûn?
Bêguman, van mijarên min anî ziman pêwistiyên qonaxa duyemîn bûn. Lê belê hukûmeta AKP'ê pêvajoyê bi giranî dimeşîne. Tempoyê qels dike. Bi taybetî helwesta Erdogan a li Parqa Gezî û berxwedna demokratîk a li Licê nîşan dide, ku pêvajo di kîjan qonaxê de ye. Dîsa gotinên Erdogan ên piştî civîna bi "Aqilmendan re" ku gotibû "Ti planeke me ji bo perwerdeya zimanê dayikê û daxistina benda hilbijartinê tineye" niyeta wî bi awayekî zelal nîşan dide. Bi dîtina me, ev nêzîkatî ne polîtîkaya pêvajoyê ne. Lê li gel her tiştî jî em bi biryarin pêvajoyê bimeşînin. Garantiya me ya ji bo vê pêvajoya çareseriyê ne AKP ye, têkoşîna me ya hevpa a bi gelê xwe re ye. Ji ber vê yekê herkes li dora têkoşîna demokrasiyê li Kurdistan û Tirkiyê dicivin. Ji ber xemsarî û gav neavêtina AKP'e ne nabêjin pêvajo xetimiye.
- Hewldan û nîşaneyên niyeta baş, gelo heta kengî dikarin bi yekalî dewam bikin?
Ev ne yekalî ye. Pêşketina têkoşînê, wê AKP'ê neçar bike. Dengeyên li Rojhilata Navîn û Tirkiyê diguherin, wê AKP'ê neçar bikin ku gavan biavêje.
YA AKP WÊ GAV BIAVÊJÊ YAN JÎ WÊ WENDA BIBE
- Başe eger gavan neavêje wê çi bibe?
AKP, ji ber ku bi azadî û demokrasiyê bawer bûye yan jî qanihî pêvajoyê bûye, van hevdîtinan nake. Ji ber ku di warê siyasî de dixwze hebûna xwe dewam bike, gavan diavêje. Ji ber vê yekê, ya AKP wê gavan biavêje yan jî we wenda bibe, biçe. Li pêşiya me pêvajoyeke hilbijartinan heye, ev ji bo wê ezmûneke. Ji xwe ji ber ku ev dît, li Îmraliyê bi Rêber Apo re dest bi pêvajoyê kir. Divê raya giştî û gelê me vê baş bizanibe.
- Pêvajoya aştî û çareseriyê niha di çi qonaxê de ye?
Yê ku pêvajo da destpêkirin Rêber Apo ye. Yê ku biqedîne jî ew bi xwe ye. Bi vîn û daxuyaniyên wî pêvajo dikare biqede. Lê pêvajo neqediyaye, dewam dike. Divê herkes bizanibe, ku pêvajoyê bi vî rengî di nava têkoşîn û bi êş derbas dibin.
- Serokwezîrê Tirk di rojên dawî de li zimanê xwe yê berê vegeriyaye. Êrişêi hesasiyetên gelê Kurd dike. Ji bo Birêz Ocalan gotinên "serkêş", "terorîst" bikar tîne. Dîsa bûyerên li Licê diqewimin hene...
Gelê Kurd ji zimanê lîderê AKP'ê bi hêrs e. Em weke Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê jî ji vê rewşê ne razî ne û bi hêrs in. Ji aliyekî ve li gel Rêber Apo rûdinê û bazariyê dike. Ji aliyê din ve jî bi zimanekî nayê qebûlkirin der heqê Rêberê Gelê Kurd de diaxivî. Ev provokekirina pêvajoyê ye. Ez zimanê Tayyip Erdogan xizmetî pêvajoyê nake. Divê teqez xwe ji vî zimanî dûr bixîne. Em bang li derdorên çepgir, sosyalîst, demokratîk û baweriyên cûda dikin, ku piştgiriyê bidin pêvajoyê. Ji bo guhertina zimanê Erdogan, têkevin nava tevgerê. Ti alternatîfek ji bilî vê tineye. Eger pêvajo bixetime, mafê parastina rewa yê gelê Kurd heye. Di çarçoveya lihevkirina Rêber Apo bi rayedarên dewletê re jî, ev nuqte heye. Ya wê mafên gelê Kurd di destûra bingehîn de bên ewlekirin, yan jî gelê Kurd wê di her şert û mercî de xwe biparêze. Bendewariya tevger û gelê me ew e ku niha pêwistî bi têkoşîna çekdarî nîne, têkoşîn bi rêya demokratîk bê dayîn.
- Eger pêvajo tê biçe, dîsa wê li rewşa berê vegerin? Şerê gerîla wê destpê bike?
Vîna hêzên ku yekser têkoşînê dimeşînin heye ku yekser biryarê bidin. Ji pêngava şerê şoreşa gel ê di sala 2012'an de destpê kir, wê têkoşîneke mezintir bikeve dewrê. Ji xwe beriya pêvajoya vekirînê KCK'ê ji raya giştî re eşkere kir û got, "Em ji sala 2012'an bêtir ji têkoşîneke mezintir re amade bûn. Lê me ji pêvajoya Rêber Apo da destpêkirin bawer kirin û em dest bi vekişînê dikin. Eger pêvajo xera bibe, ev firsend ji dest biçe, têkoşîn wê dijwartir bibe.
AKP HEWL DIDE PÊVAJOYÊ PROVOKE BIKE
- Çend roj berê di çapemeniya Tirk de hat gotin ku gerîlayan avêtine ser çend gundên li Dêrsim û Bêdlisê. Lê belê Hêzên Parastina Gel (HPG) da xuyakirin ku ti pêwendiya van bûyeran bi wan re tinene. Dîsa bûyerên li Licê hene. Gelo çi diqewime?
Recep Tayyip Erdogan û AKP bi vê helwesta xwe re hewl didin pêvajoyê provoke bikin. Dixwazin pêvajoyê bi destê Kurdan xera bikin. Lê li holê lihevkirina Rêber Apo bi heyeta dewletê re heye. Ev yek bi awayekî nivîskî li ber destê me, dewlet û Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) hene. Di van dokûmanan de gavên ji PKK'ê tên xwestin û beranberî vê jî berpirsyariyên hukûmetê tên destnîşankirin. Aliyê Kurd di qonaxa yekemenîn de gavên jê dihat xwestin avêt. Lê dewleta Tirk serî digerîn, lawaz tevdigere.
- Eger pêvajo xera bibe, hûnê van dokûmanan bi raya giştî re parve bikin?
Bêguman...Navgînên eleqedar ên tevgera me wê di vê mijarê de biryareke hevpar bistîne û li gorî wê tevbigere. Lê em naxwazin em werin vê rewşê. Emê ji bo pêşveçûyîna têkoşîna demokratîk, hemû derfetên xwe seferber bikin. Ji bo gelê xwe û gelên Tirkiyê em dixwazin vê firsendê bikar bînin. Ji bo vê jî dixwazin pêvajo biçe serî. Lê belê, eger pêvajo were provokekirin emê têkoşîneke ji her demê xurttir li her qada jiyanê bimeşînin.
KES NIKARE TEVGERA AZADIYÊ BIXAPÎNE
- Gelo AKP dixwaze hilbijartinan rizgar bike?
Gengaze ku li gorî xwe di nava hesaban de ye. Ji ber vê tempoyê qels dike. Wê destûr ji vê re neyê dayîn. Lê ji aliyê din ve jî, tablo bi lihevkirineke herdu aliyan dibe.
- Di nava Kurdan de gumana "dûbarebûna dîrokê" û "xapandinê" heye. Hûnê di vê derbarê de çi bêjin?
Beriya her tiştî bila dilê gelê me rehet be. Ev têkoşîna ku 30 sal in destanan dinivîsîne, kes nikare wê bixapîne. Hêza wan nagihije xapandina wê. Gotinên bi wî rengî, gelekî li pişt man. Ji ber ku hingî ne hêza Kurdan hebû ne jî rêxistinbûyîna wan. Rewşa niha gelekî cûda ye. Em xwedî hêz û rêxistinbûyîneke ciddî ne. Di her şert û mercî de em zorê didin aliyê beramberî xwe.
- Diyar e ku ji aliyê Tirkiyê ve hin kom di warê leşkerî de tên perwerdekirin û derbasî Rojavayê Kurdistanê tên kirin. Gelo Tirkiye dixwaze li Rojava çi bike?
Polîtîkayên Tirkiyê yên li bakur li dijî PKK'ê, li Rojava jî li dijî PYD'ê pûç bûne. Di ser de, polîtîkayên muttefîkên wê yên Rojhilata Navîn jî têk çûne. Êdî li gorî dilê xwe nikarin encamê bigirin. Kurd êdî li Rojhilata Navîn aktorekî mezin e. Ev vîn xwe li qada navnetewî jî dide qebûlkirin. Xwedî rêxistinbûyînekê ye ku her tim yên li pêşberî xwe dixe nava zorê û rê li ber pêşketinên nû vedike. Di konferansa herî dawî ya li Cenevreyê jî hat dîtin. Hêzeke ciddî ya parastina gel heye. Bi milyonan mirovan xwe bi rêxistin kirine. Eger hêzên cîhanê dixwazin li Rojhilata Navîn polîtîkayê bimeşînin, neçarin rewşa Kurdan li ber çavan bigirin. Bêyî hesabkirina Kurdan, polîtîka nayê kirin.
DEMA KONFERANSA HEWLÊRÊ NE DIYAR E
- Di çarçoveya pêşniyarên Birêz Ocalan de li Enqere, Amed û Ewropayê konferans hatin lidarxistin. Encamên bi çi rengî jê derketin?
- Li Enqere, Amed û Ewropayê bi beşdariyeke xurt sê konferans hatin lidarxistin. Nîqaşên ciddî hatin kirin. Gelekî baş derbas bûn. Potansiyelek derket holê. Bi taybetî, di hemû konferansan de biryara têkoşîna hevpar hat dayîn. Herkesî ev pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin bi coş pêşwazî kirin û peyamên piştgiriya pêvajoyê dan. Asûrî, Ermenî, Laz, Elewî, Êzidî, Misliman hemûyan tê de cih girtin. Ji bo avakirina pêşerojê tabloyeke girîng derket holê.
- Başe konferansa Hewlêrê kengî ye?
Em bawerin wê konferansa Hewlêrê bi ser bikeve. Niha xebat tên meşandin. Bi partiyên siyasî, sazî û şexsiyetên diyar re, hevdîtin tên kirin. Dem ne diyar e, lê wê di demeke herî kin de pêk were.