Ji Radyo Rengîn alîkariya ji bo Rojava
Ji Radyo Rengîn alîkariya ji bo Rojava
Ji Radyo Rengîn alîkariya ji bo Rojava
Xebatkarên Radyo Rengîn, alîkariyên di çarçoveya kampanya piştevaniya bi Rojava re kom kiribûn, ji bo bigihînin Rojava radestî Şaredariya Qoserê kirin.
Xebatkarên Radyo Rengîn a li navçeya Mêrdîn Qoserê weşanê dike, alîkariya ji kinc û pêdiviyên rojane di çarçoveya kampanya piştevaniya bi Rojava re berhev kiribûn, ji bo bigihînin Rojava radestî rayedarên Şaredariya Qoserê kirin.
Gerînendeyê Weşana Giştî ya Radyo Rengîn Bariş Bariştiran alîkarî radestî rayedarên şaredariyê kir û destnîşan kir ku ji ber deriyên sînor girtîne divê alîkariyên ji bo Rojva werin zêdekirin.
Bariştiran diyar kir ku pêwistiya Rojavayiyan herî zêde bi kinc, xwarin, xwarina zarokan, kevnikê binê zarokan girê dide û derman heye û anî ziman ku divê her kes bi ruhê seferberiyê alîkariyê bidin Rojava.