Ji PKK'ê peyama 14'ê Tîrmehê
Ji PKK'ê peyama 14'ê Tîrmehê
Ji PKK'ê peyama 14'ê Tîrmehê
Komîteya Rêveber a PKK'ê, bi wesîleya salvegera Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê peyamek weşand. PKK'ê got, "Rastiya ku di giyana berxwedanê ya 14'ê Tîrmehê de derket holê, temînata azadiyê ya gelê Kurd e."
Komîteya Rêveber a PKK'ê bi peyameke nivîskî, berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmeha sala 1982'an bi bîr anî.
Di peyamê de PKK'ê got, "Em di 31. salvegera berxwedana mezin a rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê de ne. Di vê salvegerê de, weke partî û gel, vê roja xwe ya vejînê bi têgihiştin, biryardarî û coşa pêngava "Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad" pêşwazî dikin.
Biryardariya mezin a 14'ê Tîrmehê li dijî hewldanên tinekirinê navê jinûve zindîkirina netew û jiyana azad e, roja hevdîtina rastiya azadiyê ye. Jiyan, encax bi dayîna hemû berdêlan dikare azad bibe. Jiyana hevpar û komunal, eger di oxira wê de mirin li ber çavan were girtin, watedar dibe.
Bi hovîtiya li zîndana Amedê re hat xwestin, bermayînên dawî yên mirovahiyê yên li vê cografyayê bê tinekirin. Lê lehengên me, pêşengên partiya me yên bi giyana fedaî, ev rêveçûn berovacî kirin. Bi xewn û xeyalên serketinên mezin, li dijî pergal û ferasetên talanker û mêtînger ên li axa Mezopotamyayê, bi mezinahî li ber xwe dan, bi mezinahî şer kirin. Ji ber vê yekê, li zîndana Amedê bi tenê hovîtî, êşkence û kiryarên dij mirovahiyê nehatin jiyîn. Di heman demê de ji wê derê qêrîneke mezin a azadiyê, berxwedana jiyanê û lehengîbûn derket holê. Tişta Amedê dike Amed, di kesaiyetiya van lehengan de asta azadîbûn û rastiya berxwedanê ye. Ev rastî bi berxwedana hevalê Mazlûm Dogan destpê kir, bi Çaran mezin bû û bi 14'ê Tîrmehê re di kesayetiya Kemal, Xeyrî, Elî û Akîf de gihaşt asta herî bilind.
Ev kevneşopî, bingeha biryardariya me ya avakirina jiyana azad a îro ye. Ji ber vê yekê 14'ê Tîrmehê Rojiya Mirinê ya Mezin, navê roja derketine vîna gel, netewîbûna deokratîk û biryardariya jiyana azad e.
Eger heqîqat xwegihandina rastiyê ye, eger heqîqat jiyîna rastiyê ye, eger heqîqat asta bilind a parvekirinê ye, eger heqîqat jiyîna cewherî be, hingî nûnerên jiyana nû hevalên Xeyrî, Kemal, Akîf û Elî, teqez biryara rast dane: Wê li dijî zilmê, zaliman, mêtînger û kujerên qirkirinê, qet serî netewandibûna.
Li gorî wan heqîqat pîvan bû, xet bû, sekinandin bû, jiyîna jiyanê li ser pîvanên azad, ehlaqî û bedew bû. Ji ber vê yekê, ji bo heqîqat jîndar bikin, bi fedaiyane dibeziyan. Ya wê jiyaneke rast li cih û demeke rast li ser bingeha rastiyan watedar bikira, yan jî wê bigota "qet" û heta xwe bigihanda wê jiyanê, bibeziyan. Ta jiyaneke azad û sosyalîst-demokratîk.
Weke partî û gel, em îro di vê rêya heqîqatê de bi eşqek mezin dimeşin. Ev meşa me li çiyê, li zîndanan û li çar aliyê cîhanê, di kesayetiya gelê me û Rêber Apo yê li Îmraliyê bi mezinahî li ber xwe dide, roj bi roj mezin dibe û ber bi serketinê ve rêve diçe. Ev serketin serketina şehîdên rojiya mirinê ya mezin e. Ev serketin serketina hevalên Xeyrî, Kemal, Akîf û Elî ye, ku li dijî hêzên mêtînger bi zorê bi dest xistin. Ev serketin wê bibe serketina jinûve avakirina jiyanê, hevdîtina bi Rêber Apo re. Serketina Rêber Apo yê li Îmraliyê bi mezinahî li ber xwe dide, wê bibe garantiya hemû serketinan û weke navê azadiya hebûnê, di dîrokê de cihê xwe bigire.
Li ser vê bingehê em soza xwe ya dilsoziya bi bîranîna hevalên Xeyrî, Kemal, Akîf û Elî dûbare dikin û destnîşan dikin ku soz rûmet e, emê ti carî rûmetê binpê nekin. Em bang li gelê xwe yê welatparêz, dostên şoreşger û demokrat, jin û ciwanan dikin ku hîn bêtir beşdarî têkoşîna azadiyê ya li dora Rêber Apo mezin bûye, bibin."