Ji partiyên ji Başûrê Kurdistanê banga Cenevre-2
Ji partiyên ji Başûrê Kurdistanê banga Cenevre-2
Ji partiyên ji Başûrê Kurdistanê banga Cenevre-2
Partiyên ji Başûrê Kurdistanê xwestin, ku di Cenevre-2 de heyeta Desteya Bilind yekser weke nûnerê Kurdan bê qebûlkirin. Partiyan ji sazî û dewletên Cenevre-2 organîze dikin re gotin, "Em di wê baweriyê de ne ku eger konferanseke navneteweyî ya yekser Kurdan eleqedar dike, bêyî amadebûna Kurdan, bêyî beşdariya Kurdan pêk were, dê li dijî armanca xwe ya aştiyê be."
Partî û tevgerên ji Başûrê Kurdistanê yê di nav de YNK, Tevgera Goran, Zahmetkêşan û PÇDK jî heye, bang kirin ku di Cenevre-2 de Rojava ji aliyê heyeta Desteya Bilind ve were temsîlkirin.
Partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li ser banga Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) metnek hevpar mor kirin û ji organîzatorên Cenevre- Neteweyên Yekbûyî (NY), Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE), dewletên endamên Yekitiya Ewropa (YE), Rûsya, Komara gel a Çîn, dewletên Ereb û rayedarên Îranî re şandin. Di bangawaziyê de wiha hat gotin:
"Em weke partiyên siyasî yên ji Başûrê Kurdisatnê yên xwedî îmze, em dixwazin Kurd di Konferansa Cenevre-2 de yekser ji aliyê heyeta Desteya Bilind ve were temsîlkirin. Em di wê baweriyê de ne ku eger konferanseke navneteweyî ya yekser Kurdan eleqedar dike, bêyî amadebûna Kurdan, bêyî beşdariya Kurdan pêk were, dê li dijî armanca xwe ya aştiyê be. Lewma em bawerin ku hûnê ya pêwîst bikin û ji niha ve ji ber desteka we em spasiyên xwe pêşkêş dikin."
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di daxuyaniya xwe ya ji bo metna bangawaziyê de piştgirî ji hewldanên çareseriya siyasî û dîplomatîk ên navneteweyî yên ji bo şerê li Sûriyê hat dayîn.
KNK'ê diyar kir ku ew dixwazin Konferansa Cenevre-2 ya dewama van gavan e rê li ber çareseriyeke mayînde ya aştiyê veke û got, "Li siyaseta navneteweyî, di çareseriya pirsgirêka Sûriyê de pêşketinê girîng derket holê. Ji bo encamên derketine holê veguherin çareseriyeke mayînde weke KNK em Konferansa Cenevre-2 gelekî girîng dibînin. Aştî û aramiya ku bi Cenevre-2 re tê xwestin, bi beşdariya Kurdan a bi vîna xwe ya azad, dibe."
KNK'ê da xuyakirin ku wan metna bangawaziyê ji hemû partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê re şandine. Metna ku ji gelek partiyên siyasî piştgirî dît, ji NY, DYE, dewletên endamên YE, Rûsya, Komara Gel a Çîn, Îran û dewletên Ereb re hat şandin.
Partiyên Başûrê Kurdistanê yên mora xwe avêtine binê metna bangawaziyê ev in:
-Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-KNK
-Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê-YNK
-Tevgera Goran
-Yekgirtûy Îslamiy Kurdistan
-Hîzbî Şuî Kurdistan
-Komelley Îslamiy Kurdistan
-Hizbî Zahmetkaşanê Kurdistan
-Bizûtinewey Îslamiy Kurdistan
-Partî Çareserî Dîmukratî Kurdistan
-Hizbî Ayinde
-Partiya Rizgariya Kurdistan
-Yekêtiy Neteweyiy Dîmukratî Kurdistan
-Hizbî Sosyalîst Dîmukratî Kurdistan
-Bizûtinewey Dîmukratî Gelê Kurdistan
-Partiya Kirekarane Rencdarene Kurdistan