Ji PAJK’ê banga xwedî derketina li girtiyên di greva birçîbûnê de

Ji PAJK’ê banga xwedî derketina li girtiyên di greva birçîbûnê de

PAJK’ê balkişand ser gireva birçîbûnê ya 21 girtiyên di girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê de ev 30 roje didome û diyar kir ku, divê saziyên demokratîk xwedî li girtiyan derkevin, têkoşîn û helwesta demokratîk pêşve bibin.

Koordînasyona PAJK’ê daxuyaniyek dan û balkişand ser operasyonên leşkerî, kadroya cerdevanan, çêkirina qerekolan û zextên liser girtîgehan.

DEMA TÊKOŞÎN Û GUHERÎNEKE BERFIREHE

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku, pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd di qonaxeke girîng de derbaz dibe û wiha hat gotin: “Pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd ku bandoreke mezin li ser gelên Rojhilata Navîn dike, hêviyên aştî û biratiyê şîn dike. Li dora vê têkoşîna ku her diçe berfirehtir dibe, pêvajoyeke hevpar tê jiyan kirin. Zemîna çemka têkoşîna nû tê afirandin. Gelên ku bi salane bi tunebûnê re rû bir û hatine hiştin, jinên ku bi qirkirinê re rû bi rûne, aliyên civakê yên baweriyên cûda, niha di nava kelecan û zîndibûneke nû de ne. Dem demeke têkoşîn û guherîneke berfirehe.”

DIVÊ HEMÛ ALÎ BI BERPIRSYARIYEK MEZIN TEVBIGERIN

PAJK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de anî ziman ku, pêvajoya çareseriyê hêj krîtîke û got, ji bo ev di zemîneke baş de bê runiştandin divê her kes berpirsyariya xwe bîne cih û wiha hat gotin: “Divê li gorî karekterê pêvajoyê pêngavên samîmî û erênî bên avêtin. Di vê çarçoveyê de dema geşedan û bûyerên dawî bên cem hev, hem zimanê ku AKP bikar tîne û hem jî pêkanînên wan berpirsyarî û ruhê pêvajoyê dide xuyakirin.

OPERSYON Û ZEXT

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku, li gel pêvajoya Agirbestê, ku di dema vekişîna HPG’ê de, bi hevkariya cerdevanan opersyon tên destpêkirin, hejmara cerdevanan tê zêdekirin, qerekol û girtîgehên nû tên çêkirin û hinek pêkanînên din pêvajoyê dixetimîne.

LI GIRTÎGEHAN PÊKANÎNÊN FAŞÎZAN

PAJK’ê balkişand ser zextên liser girtîgehan û bi taybet jî  pêkanînên dijmirovahî yên li ser girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê û got: “Ev pêkanîn fikaran zêde dike. girtiyan bi kelepçe dibin cem doktor, tazî dikin û îşkencê lê dikin. Lê dixin. Di bin navê cezayê dîsîplînê de pêkanînên faşîzan pêk tînin. 21 hevalên me ligel pêvajoya çareseriyê ev 30 roj zêde ye di greva dorneveger de ne. Hêj 2 hezar kes di bin şert û mercên dijwar yên zindanan de ne.

DIVÊ XWEDÎ LI BERXWEDÊRÊN DI GREVÊ DE NE DERKEVIN

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû sazî û înîsiyatîfên demokratîk û her kesên li alîgirê aştiyê ne hat kirin ku, xwedî li berxwedana gireva birçîbûnê ya girtiyan derkevin û helweseta demokratîk bilind bikin.