Ji NY rexneya tund li polîtîkaya koçberiyê ya Ewropayê

Komîserê Bilind a Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Gûterres, helwesta xemsar a welatên Yekîtiya Ewropayê ya li pêşberî koçberiya penaberan, bi zimanekî tund rexne kir.

Komîserê Bilind a Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Gûterres, helwesta xemsar a welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) ya li pêşberî koçberiya penaberan, bi zimanekî tund rexne kir.

Komîserê Bilind a Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Gûterres ji AFP'ê re axivî û da zanîn ku polîtîkayên beşeke girîng a welatên Ewropayê yên li ser pirsgirêka koçberan, şaş in. Gûterres diyar kir ku bi qasî nîvê serlêdanên penaberiyê yên li welatên Yekîtiya Ewropayê hatine kirin li Elmanya û Swêdê berhev bûne û destnîşan kir ku bi taybetî hewldanên welatên Rojhilatê Ewropayê 'têrker' nîne.

Komîserê NY biryara Slovakyayê ya duh şermezar kir, ku got 'Ew ê bi tenê 200 penaberên Xiristiyan qebûl bikin' û ev nirxandin kir: "Divê kar û barên qebûlkirina penaberan li gorî hesasiyeta mirovan bên kirin. Pêwîste di vir de destûr ji cihêkariya olî re neyê dayîn."

Gûterres anî ziman ku nêzîkatiya welatên Ewropa li pirsgirêk koçberî û penaberiyê 'înkar' e û careke din destnîşan kir ku pewîstî bi tevgereke hevpar û bi hev re heye. Komîserê Bilind ê NY diyar kir ku welatên Ewropayê zehmet e pirsgirêka koç û penaberiyê bi tena serê xwe çareser bikin û da zanîn ku divê YE polîtîkayeke hevpar bimeşîne.

Antonîo Gûterres da xuyakirin ku penaber dikarin pirsgirêka nifûsê û valahiya hêza kar a li welatên Ewropayê çareser bikin û got, "Koçberî, ji bo 'hin serêşiyên Ewropayê' beşek ji çareseriyê jî pêşkêş dikin."

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, hejmara penaberên ji destpêka vê salê ve hatine welatên Yekîtiya Ewropayê 260 hezar e. Beşeke girîng a ji van penaberan bi rîskeke mezin di Derya Spî re derbas bûne. Ji destpêka vê salê û vir ve li Derya Spî zêdeyî 2 hezar penaberan jiyaan xwe ji dest dan.

Tê payîn ku îsal 800 hezar penaber serlêdanê bikin.