Ji nobedarên Girê Rehmo çalakiya rûniştinê

Ji nobedarên Girê Rehmo çalakiya rûniştinê

Nobedarên konê Çareseriya Demokatîk ê li Girê Rehmo, derketin ser lûtkeya gir û li dijî qereqolên nû yên tên avakirin çalakiya rûniştinê lidar xistin. 

Girseya ku şevê din li Konê Çareseriya Demokratîk ê ji bo pêvajoyê bişopîne li Girê Rehmo yê herema Doskî ku 35 kilometre dûrî Geverê ye hatiye vedan nobet girt, li lûtkiyê Girê Rehmo çalakiya rûniştinê pêk anî. Rêxistina BDP'ê ya Geverê duh meşa girseyî pêk anî û qereqolên li herêmê tên avakirin û tevgera leşkerî şermezar kir. 

Li gel benda leşkerî jî, girseya gel bi wênêyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK'ê heta serê Girê Rehmo meşiya, li vir agir dada û li dora agir govend gerand.

Piştî ku girse derket lûtkeya Girê Rehmo, leşkeran jî li ser çar giran konên seyar ava kirin û kamerayên termal bi cih kirin.

Li ser lûtkeya gir, dayika bi anvê Reyhan Selen axivî û diyar kir ku 2 neviyê wê di nava refên PKK'e de ne û got, "Em dibêjin êdi bes e. Bila Rêberê me serbest bê berdan. Heta ku Rêberê me neyê berdan em dê her tim derkevin çiyê."

Piştî rûniştina nîv saetê Serokê BDP'a Colmêrgê Rehmi Kurt jî xwest hikûmet ji vî dîmenê şerm bike û got "Em destûr nadin ku pêvajoya Rêberê me daye destpêkirin bê xerakirin. Hêza ti kesî tineye ku vê pêvajoyê xera bike. Ger ku AKP, gelê kurd bixapine berî her tiştî xwe dixapîne. Heta ku dilopek xwîna me hebe, emê têkoşîna azadiyê berdewam bikin. Heta hevalê me û Serokê me azad bibe dê têkoşîna me dewam bike."

Girsê piştî daxuyaniyê bê navber dirûşmên "PKK gel e, gel li vir e" "Bijî Serok Apo" berz kir, 2 kilometre meşiyan û hatin Konê Çareseriya Demokratîk nobeta xwe dewam kirin.