Ji MPKE biryara 'Kobanê di xeteriyê de ye, qîrîna wê bibihîzin'
Ji MPKE biryara 'Kobanê di xeteriyê de ye, qîrîna wê bibihîzin'
Ji MPKE biryara 'Kobanê di xeteriyê de ye, qîrîna wê bibihîzin'
Rapora "Êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî mirovahiyê" bi dengekî zêde ji aliyê MPKE ve hat qebûlkirin. Di rapora ku îro danê sibê li Komîteya Demokasî û Pirsgirêkên Siyasî hat nirxandin û ji civata giştî re hat şandin de, xala "Rewşa li Kobanê lezgîn û gelekî cidî ye. Divê dest lê were werdan ku gel rastî komkujiyê neyê. Ji bo gelê li bajarê Kurdan Kobanê rastî komkujiyê neyê em banga destwerdanê dikin" hat qebûlkirin.
Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) rapora "Êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî mirovahiyê" bi dengekî zêde qebûl kir.
Beriya pêşkêşî dengdanê bê kirin li civata giştî ya MPKE rûniştinek hat kirin. Seroka Komîteya Demokasî û Pirsgirêkên Siyasî ya MPKE û Raportora Sûriye û Iraqê ya MPKE Thedora Bakoyannîs li rûniştinê mafê axaftinê wergirt û di serî de Kobanê bal kişand ser rewşa trajîk a gelê Kurd, Êzidî, Xiristiyan û hindikahiyên din ên li herêmê. Bakoyannîs got, "Li dijî vê divê tedbîr werin girtin û alîkariyên pêwîst bên kirin."
DAIŞ ŞEBEKEYE SÛC E LI DIJÎ MIROVAHIYÊ
Bakyoannîs da xuyakirin ku DIAŞ şebekeye sûc e li dijî mirovahiyê û got, "Niha Kobanê di bin bombebaranê de ye. Eger em naxwazin trajediyeke din a mirovahiyê ya mezin bibînin, girîng e em hew bêdeng bimînin. Li herêmê divê hêzên leşkerî yên ji neteweyên cuda bên amadekirin û eger pêwîst bike, dest li rewşê werdin."
Endamê Kompa Çep a MPKE Nazmî Gur jî bal kişand ser berxwedana li Kobanê û xeteriyên tên jiyîn. Gur got, "Bajarek ji 500 hezar kesî niha di bin bombebaran û dorpêçiya DAIŞ'ê de ye. DAIŞ li her cihê bi dest dixe, sûcê li dijî mirovahiyê dike."
Gur da xuyakirin ku destavêtin, serjêkirin, dîlgirtina jinan û firotina wan, gulereşandin pêkanînên herî ji rêzê yên DAIŞ'ê ne û got, "Li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin û bi lezgînî bikevin nava tevgerê."
Li ser navê Koma Çep a MPKE George Lûkaîdes jî diyar kir ku cinawirê DAIŞ'ê ji aliyê koalîsyona bi pêşengiya DYA ve hatiye afirandin. Lûkaîdes ragihand ku divê beriya her tiştî ev bê qebûlkirin û da zanîn ku DAIŞ niha li pêş çavê tevahiya mirovahiyê hovîtiyê dike. Lûkaîdes got, "Tirkiyeyê destek da vê."
Parlamentera Ermenîstanê Naîra Zohrabyan jî da xuyakirin ku rûdana barbariyeke bi vî rengî di sedsala 21'an de, mejiyê mirovan ditevizîne.
Zohrabyan got, "Zarokên Êzidî bi awayekî zindî binax dikin. Jinên Kurd ên ciwan li Şengalê ji bo nekevin destê van, xwe ji zinaran diavêjin. Jin li pêş bav û kurên xwe rastî destavêtinê tên" bibîr xist ku beriya niha bi sed salan Osmaniyan jî heman tişt anî serê Ermeniyan.
Zohrabyan diyar kir ku bêdengiya raya giştî ya navneteweyî li pêşberî hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê cihê mixabîniyê ye û got, "Cinawirê DAIŞ'ê gefê li însanetiyê dixwe. Ev cinawir, çavê wan kûr in.”
Di nîqaşan de pêşniyara "Rewşa li Kobanê lezgîn û gelekî cidî ye. Divê dest lê were werdan ku gel rastî komkujiyê neyê. Ji bo gelê li bajarê Kurdan Kobanê rastî komkujiyê neyê em banga destwerdanê dikin" ku bi awayekî devkî hat pêşkêşkirin, hat qebûlkirin.
Rapora KE ya ‘êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî mirovahiyê’ ji meclîsên 47 welatên endam û komîteya wezîran re hat şandin ku desteya îcra ya KE ye.