Ji meşa 'Rojava li ber xwe bide Stenbol bi te re ye' çend wêne
Ji meşa 'Rojava li ber xwe bide Stenbol bi te re ye' çend wêne
Ji meşa 'Rojava li ber xwe bide Stenbol bi te re ye' çend wêne
Ji bo mîtînga "Em şoreşa Rojava silav dikin. Rojava li ber xwe bide Stenbol bi te re ye" ya ji aliyê Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê ve tê organîzekirin, bi hezaran kes li Meydana Îskele ya Kadikoyê ne.
Beriya mîtîngê bi hezaran kes ji ber Nexweşxaneya Numune ya Haydarpaşayê bi pankartên bi nivîsên "Em şoreşa Rojava silav dikin. Rojava li ber xwe bide Stenbol bi te re ye", "Ji bo destûra bingehîn a demokratîk emê têkoşîna xwe dewam bikin", "Li şoreşa Rojava xwedî derkeve", "Bese ji mirinên li girtîgehan. Ji girtiyên nexweş re azadî", "Ji Rojhilata Navîn re aştî ji Kurdan re azadî" û "Em bi ruhê şoreşa Rojava diçin kongreyê. Bi coşa kongreyê şoreşa Rojava silav dikin", "Xet Ocalan model Rojava" ber bi Meydana Îskele ya Kadikoyê dest bi meşê kirin.
Di mîtîngê de Hevserokên KCD'ê Aysel Tûglûk û Ahmet Turk, Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, Hevserokên HDP'ê Sabahat Tûncel û Ertûgrûl Kurkçu jî amade ne.