Ji Meclîsa Ciwanên BDP'ê ya Qoserê banga rêxistinbûyînê
Ji Meclîsa Ciwanên BDP'ê ya Qoserê banga rêxistinbûyînê
Ji Meclîsa Ciwanên BDP'ê ya Qoserê banga rêxistinbûyînê
Meclîsa Ciwanên BDP'ê ya Qoserê ku avabûna xwe îlan kir diyar kir ku herî zêde ciwan hedef tên girtin û bang li hemû ciwanan kir da ku di bin banê meclîsa ciwanan de rêxistinbûyîna xwe xurt bikin.
Meclîsa Ciwanên BDP'ê ya Qoserê li avahiya BDP'ê ya Qoserê daxuyanî da û avabûna xwe îlan kir. Berdevkê Meclîsa Ciwanan Mehmet Demîr diyar kir ku ciwan li hemberî pergalê ne û wiha got: "Herî zêde ciwan bi êrîşên pergalê yên 'bêwatekirin', 'bê hîskirin'ê re rû bi rû dimînin. Ji ber ku ciwanên ku ji wate û hissiyata xwe dûr ketine ji esasê xwe dûr ketine." Demîr bang li ciwanên welatparêz, demokrat û sosyalîst kir da ku di bin banê Meclîsa Ciwanan de têkoşîna xwe bidomînin û tevlî xebatên Meclîsa Ciwanan bibin.