Ji leşkerên Fransayê îstîsmara zayendî ya zarokên Afrîkayî

Li leşkerên Fransayê yên bi ewlekariya Komara Afrîka Navîn hatine wezîfedarkirin, sûcdariyên giran tê kirin. Li gorî îdîayan, di serî de leşkerên Fransayê leşkerên di nva hêza navneteweyî de cih digirin tacîz û tecawizî zarokan kirine.

Detayên rapora ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat amadekirin di rojnameya The Guardian a Îngilîz de hatin weşandin. Li gorî raporê leşkerên Fransayê di navbera salên 2013-2014'an de zarokên li vî welatî di berdêla xwarin û pere de îstîsmar kirine.

Di nûçeya rojnameyê de tê gotin ku rayedarekî payebilind ê NY, ji ber ku ne bawer e der heqê îdîayan de ya pêwîst hatiye kirin, belgeyên di destê xwe de ji saziyên Fransayê re ragihandiye.

Di nava mirovên li kampên penaberiyê yên NY dimînin û rastî tacîz û tecawizê hatine zarokên 9 salî jî hene. Li gorî agahiyan, zarokên li tacîz û tecawizê rast hatine, ev yek ji rayedarên NY û UNICEF ên li kampê re vegotine.

Ji NY daxuyaniyeke fermî nehat, lê belê Serdozgeriya Parîsê diyar kir ku der barê mijarê de pêş lêpirsîn hatiye destpêkirin. Hat gotin ku Wezareta Parastinê y Fransayê jî l ser mijarê di nava xwe de lêpirsîn daye destpêkirin.

Tê gotin ku payebilindê NY ê belgeyên veşartî jî belav kiriye, wezîfeya wî hatiye sekinandin.