Ji Komîteya Çapemeniyê ya KCK’ê banga piştgiriya rojnamevanan
Ji Komîteya Çapemeniyê ya KCK’ê banga piştgiriya rojnamevanan
Ji Komîteya Çapemeniyê ya KCK’ê banga piştgiriya rojnamevanan
Komîteya Çapemenî û Ragehandinê ya KCK’ê bi boneya sed û panzdehemîn salvegera rojnamevaniya Kurdî daxuyaniyek nivîskî weşand û vê rojê li hemû rojnamevan û xebatkarên çapemeniya Kurdî pîroz kir. Komîteya Çapemeniyê bal kişand ser dozên rojnamevanên Kurd ên li Tirkiye û Îranê û banga piştgiriyê kir.
Komîteya Çapemenî û Ragehandinê ya KCK’ê bi daxuyaniyekê roja 22’ê Nîsanê ku weke roja rojnamevaniya Kurdî tê zanîn pîroz kir û banga xwedîderketina li rojnamevanên Kurd ên li Tirkiye û Îranê hatine girtin kir.
Komîteya Çapemeniyê ya KCK’ê got: “Sed û panzdehemîn salvegera rojnamevaniya Kurdî pîroz be. Sed û pazdeh sal berê li paytexta Misrê Qahîreyê bingeha rojnamevaniya kurdî hate danîn û heta îro dewam kir. Di nava sed û pazdeh salan de rojnamevanên Kurd gelek xebatên giranbuha kirin. Di roja me ya îro de tekoşîna azadîxwaziya gelê Kurd gihiştiye asteke girîng. Bê guman rola rojnamevanıya kurdî û bi taybet ji medyaya Kurdî hêjayî nirxandinê ye. Îro li ser bingeha ku li Qahîreyê hate danîn bi dehan rojname, kovar, radyo u tv weşanê dikin. Bi taybet jî dehan kanalên televîzyonî yên Kurdî di qada rojnamevaniya de rolek giring dilîzin. Di vê pêvajoyê de ku li herêma me guhertinên girîng çêdibin de rola medyayê ji her demê girîngtir bûye. Medya di guhertin û veguhertinê de rola sereke dilîze. Medya îro bi tenê gel agahdar nake, belku bi her awayî rola probagandayî jî dilîze. Ev hêza mezin di ware ajîtasyon, probaganda perwerde û rêxisitin kirinê de erkeke girîng bi cîh tîne.”
Komîteyê diyar kir ku sed û panzdeh sal bi ser rewşenbîriya qada rojnamevaniya Kurdî de derbas bû û di vê demê de weke qadên dîtir hem pêşketinên pir girîng çêbûne, hem jî nexweşî û karesatên dîrokî bi ser de hatine û got: “Pelên zêrîn yên rojnamevaniya Kurdî bûne nîşana bêdariya Kurdewarî û pênaseya azadîxwaziya Kurdan. Kurd çawa di qada şer, siyaset, parastin û her qadek dîtir de xebat û şer kirin û can dan, di qada rojnamevaniyê de jî hemû rengên fedakarî û cangorîtiyê kirin.”
Daxuyanî wiha didome: “Sedan xebatkarên bê navnîşan di vê qadê de bi eşqa welat û nîdştiman şev û rojên xwe kirin yek û bi xwêdan û xwina xwe dîroka rojnamevaniyê nivîsandin. Ev rewş heya roja îro berdewame û îsal jî weke rûreşiyeke mezin rojnamevanên Kurd di roja rojnamevaniya Kurdî de wê bêne darizandin. Hem di Tirkiyeyê, hem jî di Îranê de rojnamevanên Kurd bi zext û guşarên giran re rûbirû ne ku di gelek minakan de heya kuştinê jî diçe. Îro di bihara azadiya Kurdewarî de rola rojnamevanî û fikr û ramanê di jortirîn asta xwe de ye. Her çiqas zext û zorî zedê dibin, eşqa azadî û mirovahiyê jî bêhtir dibe û diçe ku taca heqîqetparêziyê dane ser banê rewşengeriya Kurdî. Tovê mirovahî û azadîxwaziya Kurdewarî di zeviya rojnamevaniyê de ji şîn bûye û bi xwîn û xwêdana keç û kurên Kurd hatiye avdan. Roja rojnamegeriya Kurdî hem cejna pîrozkirina wan hemû pêşketinan e, hem derfeta mehkûm kirin û şermezarkirina zext û zoriyan, hem jî cîhê bilêvkirina biryardariya berdewamkirina tekoşîna agahdarkirina gelê Kurd û hemû gelên herêmê ye. Bêguman îro rojnamevaniya Kurdî roleke agahdarî û hişyarkirina hemû gelên herêmê jî dilîze û bûya mînaka rojnamevaniya serbixwe, azad, serbilind û şanaz. Ew yek jî cihê şanaziyê ji bo gelê Kurde ku di vê qadê de jî bûye pêşeng û aldarê herêmê. Bê guman ew di heman demê de çandina şitlên ronesansa Rojhelata Navîn e jî.”
Di rojeke bi vî awahî de em vê rojê li hemû rojnamevan û xebatkar û kedkarên qada rojnamevaniyê û hemû gelê Kurd pîroz dikin. Soza berdewamkirina rêya cangoriyên wê qadê di hemû beşên Kurdistanê de dubare dikin. Herwiha bi baldarî doza rojnamevanên Kurd li Tirkiyeyê û Îranê dişopînin û dixwazin ku karbidestên welatên navborî vê rûreşiyê bidawî bikin. Ji gelê xwe jî dixwazin ku weke her car piştevanê zarokên xwe bin û di mijara zext û zoriyên ser rojnamevan û rojnamevaniya Kurdî de hişyariya xwe zêdetir bikin. Di serdema “rizgariya demokratîk” de wê rojnamevaniya Kurdî jî ji her demê baştir parêzvanê agahdarî û rewşengeriya Kurdistanê be. Lewra em dibêjin werin em bi hev re vê rojê bi rigariya demokratîk ve girêdin. Îro em ji her demê zêdetir nêzî wê yekê ne.