Ji Komîteya Baweriyan a KCK’ê peyama Çarşema Sor

Ji Komîteya Baweriyan a KCK’ê peyama Çarşema Sor

Komîteya Kêmar û Baweriyan a KCK’ê bi wesîleya cejna ‘Çarşema Sor’ ku  Kurdên Êzidî ligorî salnameya berê her sal di meha nîsanê çarşema yekemîn de pîroz dikir, peyamek weşand.  Komîteyê da zanîn ku ew Çarşema Sor li hemû gelê Kurd pîroz dikin.

Komîteyê di peyama ku bi îfadeya ‘Gelê me yê Welatparêz yê Êzidî’ dest pê kir,  de diyar kir ku ew Çarşema Sor di serî de ligelê Êzidî û gelê kurd pîroz dikin.

Peyama KCK’ê wiha ye: “Divê pêvajoya ku geşedanên dîrokî li Kurdistan û Rojhilata Navîn de pêk tên, cejna Çarşema Sor tê pîrozkirin.  Di çanda Êzîdiyan de  Çarşema Sor hem destpêka saleke nû û hem jî îfadeya vejîna nû ye.  Bila ev cejn bibe wesîleya aştî û biratiyê.”

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Li her çar paçeyê gelê kurd rastî qikirinan hatin.  Gelê kurd bi têkoşîna 40 salî  bi têkoşîna berxwedana mezin bi Newroza îsal re ketiye qonaxeke nû.  Bi manîfestoya Rêber Apo a di Newrozê de hatine xwendin re, hat îlankirin ku tehdîtinên îmha û înkara li ser gelê me hatiye şkandin.

Dema têkoşîna stratejîk a nû, ji her demê zêdetir defertên xwe îfadekirinê û xwe rêxistinkirinê, di serî de dide gelê m eyê Êzidî û hemû aliyên civakê.  Bi taybet di sedsala dawî de  gelê me yên Êzidî ji ber tehdît û înkar û îmhaya li wan neçar man ji welatê  xwe dûr bikin. Gelê me yê Êzidî di dema nû de  bi parastina nasname û baweriya xwe derfetên girîng yên vegera welatê wan pêk hatiye.  Dema têkoşîna siyasî ya demokratîj bo civaka Êzidîyan derfeteke gelek  mezin ya ku dê bikaribe hesabê komkujiyan bipirse hatiye afirandin.

Bi qezencên Bakurê Kurdistanê re li Rojavayê Kurditanê jî bi berxwedanên  demokratîk qezencên mezin hatin bidestxistin. Li van herdu parçeyan qezencên hatin bidestin bandor li Rojhilat û Başur jî kir.  bi vê wesîleyê divê her çar parçeyên Kurdistanê nêzî hev dibin. Defetên wan yên aborî, çandî û siyasî hene. Ji ber vê jî bang li hemû civaka kurd û di serî de jî li civaka Êzidî dikin ku berpirsyariya xwe bîne cih. Em careke din cejna Çarşema Sor pîroz dikin.