Ji KOMAW’ê peyama sersaxiya malbata Şehnaz Hesen

Ji KOMAW’ê peyama sersaxiya malbata Şehnaz Hesen

Komeleya Malbatên Mexdûr û Wendahiyan li Ewropayê (KOMAW), ji ber wefata gaziya Kurd Şehnaz Hesen peyameke sersaxiyê weşand.

KOMAW'ê di peyama xwe de ji malbata Hesen û hemû gelê Kurd re sersaxî xwest û got, "Şehnaz Hesen, keçeke malbateke welatparêz bû û salên dirêj di nava refên têkoşîna azadiyê de cih girt. Li gelek qadên têkoşînê ma û ji canê xwe perçe da. Di sala 1995'an de ji be birîndar bû, ji bo were dermankirin hat Ewropayê. Me bihîstin ku şeva Çarşemê bi Pêncşemê girê dida, gava ji bo dermankirinê ew rakirin nexweşxaneyê, li bajarê Essenê jiyana xwe ji dest da. Di serî de malbata Hesen, bila serê tevahiya gelê Kurd sax be. Jiyana Şehnaz Hesen wê ji hemû jinên têkoşer re bibe mînak. Em wê bi rêzdarî bibîr tînin û emê her bibîr bînin. Jiyan û têkoşîna wê, wê ji bo têkoşîna me bibe mînak"