Ji KNK'ê ji bo Kobanê banga lezgîn

Ji KNK'ê ji bo Kobanê banga lezgîn

KNK'ê di daxuyaniya xwe ya piştî civîna konseya rêveber de bal kişand ser êrîşên çeteyan ên li hemberî Kobanê û destnîşan kir ku bi van êrîşan re tê xwestin, şoreşa Rojava li cihê destpê kiriye bê fetisandin. KNK'ê di serî de hêzên koalîsyona navneteweyî li dijî DAIŞ'ê bang li raya giştî ya navneteweyî û hêzên Kurdistanî kir ku bi her awayî li dijî êrîşên çeteyan têbikoş in.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di 27'ê Îlonê de civiya. Der heqê civîna konseyê ya diyarî berxwedana Kobanê hat kirin de daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin.

Di daxuyaniya li ser encama civînê de hat bibîrxistin ku Kobanê çirûska destpêkê ya şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye, lewma bi êrîşên DAIŞ'ê re hêzên tarî û reş dixwazin şoreşa Rojava li cihê jê destpê kiriye bifetisînin û agirê li cihê vêketî vemirîne.

KNK'ê da xuyakirin ku mîna her carê di vê plana reş û tarî de jî dewleta Tirkiye û hikûmeta AKP'ê serkêşiyê dike got, "Çeteyên DAIŞ'ê bi destketiyên çek û cebilxaneyên ji Mûsilê vê carê berê xwe dane Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî li dora Kobaniyê êrişên xwe zêde kirin. Kobanê vê gavê ji sê aliyan ve li ber êrişên xedar ên DAIŞ'ê ye û bi fedakarî li ber xwe dide. DAIŞ bi tank û topên giran li Kobaniyê dide lê xelkê Kobaniyê bi klaşinkovê berxwedaneke destanî dide."

BANGA LI HÊZÊN KOALÎSYONA NAVNETEWEYÎ

Konseya Rêveber a KNK'ê bal kişand ser sekna koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê hatiye avakirin û ev xal destnîşan kir:

"Piştî dagiriya Mûsil û Şengalê Amerîka digel dewletên Yekîtiya Ewropayê û çend dewletên din koalisyoneke navneteweyî pêk anî û bi hêzên hewayî li çeperên DAIŞ'ê dan. Lê DAIŞ'ê cepheyê xwe yê êrîşê veguhaste ser Rojavayê Kurdistanê û Kobanêê. Koalisyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê pêkhatî êrîşên hewayî yên li ser DAIŞ'ê mixabin di cepheyê Kobanê de sivik digire. Digel vê yêkê jî Kobanî pêkve li ser pêya ne, YPG û YPJ bi temamî bi hêza xwe ya heyî parastina Kobanê dike."

KNK'ê çalakî û hewldanên piştevaniya bi berxwedana Kobanê yên li Kurdistan û gelemperiya cîhanê bibîr xist û destnîşan kir ku ev hevkarî, piştevanî û desteka heyî hemû cihê teqdîrê ye lê têrê nakin. 

KNKê got, "Xelkê me divê banga xwe ya ji bo dinyayê, ji bo vê koalisyona navneteweyî çêbûyî bike ku parastina Kobaniyê tenê bi hevkariya mirovî û pêdivîyên jiyanê nabe, divê ji aliyê hewcehiyên leşkerî ve jî hevkarî bê kirin. Berî her tiştî çeperên DAIŞ'ê ji aliyê hêzên hewayî ve divê bêyî rawestan û bi xurtî bêne şikandin. Ji bo berxwedan û parastina Kobanê jî divê çek û cebilxane bê dan."

Konseya Rêveber a KNK'ê diyar kir ku parastina Kobanê rojeva sereke ya Kurd û Kurdistaniyan e û destnîşan kir ku divê Kurd li gorî vê lezgîniyê gavan biavêjin, kar û xebatan bikin.

KNK bang li Kurd û Kurdistaniyan, dinyayê û bi taybetî koalisyona navneteweyî ya di pêşengîya Amerîka de, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û hemû dem û dezgehên mirovî û xêrxwaz kir her bi çi rengî be piştevaniya xelkê Kurdistanê bikin. 

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "KNK bi xurtî piştevaniya xwe ya li ser pozîsyona KCK'ê ya beramberî dewleta Tirkiyeyê û hikûmeta AKPê dubare dike ku hikûmeta AKP'ê bi planên têkbirinê dixwaze prosesa çareseriyê bi jahrî bike."