Ji kedkarên rasteqîn ê Festîvala Cannesê çalakiya protestoyî

Festîvala Fîlman a Cannesê dewam dike. Çalakiya xebatkarên teknîkê yên li pişt perdeyê cih digirin û nikarin mafên xwe werbigirin, bandor li festîvalê jî kir.

Endamên sendîkaya bi navê CIP, ku pisporên teknîkê û hunermendên li cîhana televîzyon, çand-hunerê dixebitin temsîl dike, di dema nîşandana fîlmê Ken Loach de çalakiyek lidar xistin.

Xebatkaran li avahiya li pêşberî Qesra Festîvalê pankarteke mezin a bi nivîsa "Demokrasî? Em aboriyê bloke bikin?" daliqandin. Polîsan dest li xebatkaran werdan û pankart rakirin.

CIP'ê bi daxuyaniyekê ragihand, ku 3 kesên çalakî pêk anîn ji aliyê polîsan ve hatine binçavkirin û ew birine Midûriyeta Emniyetê ya Cannesê.

Di daxuyaniyê de hat xwestin, çalakger derhal bên berdan û hat destnîşankirin, ku demokrasî êdî veguheriye 'fanteziyeke sînemayê'. Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, li pişt Festîvala Fîlman a Cannesê keda bi hezaran karkerên demî heye û hat bibîrxistin, ku bi hezaran karker piştî kedeke ji 10 rojan wê careke din bêkar bimînin.

Li Fransayê, di sektorên çand-huner û televîzyonê de bi hezaran kes di karên teknîkê yên demî de tên xebitandin. Beşeke mezin a van xebatkaran bi tenê wextekê kar bi destê wan dikeve. Dema bêkar dimînin jî nikarin ji sîgorta bêkariyê sûdê werbigirin.

Hevdîtinên navbera hikûmetê û sendîkayan dewam dikin. Beriya çend hefteyan gelek salonên şano hatibûn dagirkirin.