Ji KCK û KONGRA GEL "Dokûmana Helwesta Siyasî"

Ji KCK û KONGRA GEL "Dokûmana Helwesta Siyasî"

KONGRA GEL û KCK'ê, biryarên li ser pêvajoya çareseriya siyasî û demokratîk ên di 9. Civata Giştî de wergirtin, bi raya giştî re parve kirin. Di dokûmana bi navê "Dokûmana Helwesta Siyasî" de helwesta siyasî ya bingehîn a li çar parçeyên Kurdistanê bê nîşandan, bi 10 sernavan hatin rêzkirin.

Bandora 9. Civata Giştî ya KONGRA GEL a di navbera 30'ê Hezîran û 5'ê Tîrmehê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê hate lidarxistin, dewam dike.  KONGRA GEl û KCK'ê, li ser helwesta siyasî ya bingehîn a di dema pêş de li çar parçeyên Kurdistanê bê şopandin, bi dokûmanekê ji raya giştî re eşkere kir. Di "Dokûmana Helwesta Siyasî" de, der heqê pêvajoya çareseriya siyasî û demokratîk de biryarên girîng balê dikşînin.

Li gorî dokûmanê, rewşa heyî ya agirbestê û plana vekişînê li Civata Giştî hatin erêkirin û biryar hat dayîn ku li dijî êrîşên gengaz ên hêzên cûda, gerîla ji bo parastina aktîf her amade bin.

Di Civata Giştî de biryar hat dayîn, "Eger AKP pêvajoyê sabote bike yan jî bikeve nava helwesteke sergerandin û xapandinê", wê li gorî sekna Ocalan tevgera Kurd helwestê nîşan bide.

'Dokûmana Helwesta Siyasî', sedem û biryarên di 9. Civata Giştî de hatin wergirtin weha ne:
"Berxwedana Şoreşger a bi şêwaza Pêngava Şerê Gel ê Şoreşger li Bakurê Kurdistanê di salên 2011-2012'an de hat meşandin, planên hukûmeta AKP'ê yên 'bi çekê tinekirina PKK'ê' pûç kiriye û careke din nîşan daye ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, têk naçe.

Bi destpêka sala 2013'an re, di têkoşîna li Sûriyê de lêgerîna çareseriyê xwe da der û gengaziya pêkhatina vê bi rêya lihevkirina siyasî, derketiye holê. Di vê rewşê de, avabûna demokratîk a netewa Kurd, ku bi şoreşa 19'ê Tîrmehê ya li Rojavayê Kurdistanê re derket holê, weke yek ji hêzên bingehîn ên çareseriya demokratîk bûye xwedî girîngiyeke mezin. Ev rewş di heman demê de polîtîkayên hukûmeta AKP'ê yên li dijî vê qadê, pûç kiriye.

KONSEPTA ŞERÊ GIŞTÎ YÊ AKP'Ê TÊK ÇÛ

Hukûmeta AKP'ê, piştî ku di polîtîkayên xwe yên Sûriyê de têk çû û konsepta şerê giştî yê li dijî PKK'ê wenda kir, bi nêzîkbûna hilbijartinan re neçar ma li ser bingeha gotina "Bila çek bêdeng bibin, fikir û nêrîn biaxivin" dest bi guhertinekê kir.

Li ser van pêşketinan, Rêber Abdullah Ocalan ev rewşa tengav a AKP'ê ya li hemberî Tevgera Azadiyê nirxand û pêwistî dît, li ser bingeha demokratîkbûyîna Tirkiyê û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd de bi heyeta TC'ê re ji nû ve dest bi diyalogê bike. Bi vî rengî pêvajoyeke nû daye destpêkirin. Di encama gotûbêjên li ser vê bingehê de Nexşeya Rê amade kir û piştî ev nexşe ji aliyê Tevgera me û hukûmeta AKP'ê ve hat "erêkirin" di Newroza Amedê de banga dîrokî ya azadî û demokrasiyê kiriye. Der heqê pirsgirêka Kurd de bang li hemû aliyan kiriye ku çekan bêdeng bikin û pirsgirêkê bi têkoşîna siyasî çareser bikin.

ALIYÊ KURD JI BO WEZÎFEYÊN QONAXA DUYEMÎN DIXEBITE

Tevgera me Nexşeya Rê ya Rêber Abdullah Ocalan û banga Newrozê nirxand û weke gava destpêkê dîlên di destê xwe de serbest berda û îlan kir ku ji 23'ê Adara sala 2013'an û pê ve di rewşa agirbestê de ye. Rêveberiya tevgera me bi daxuyaniya çapemeniyê ya 25'ê Nîsanê re vekişîna gerîla ji Bakurê Kurdistanê ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ji 8'ê Gulanê û pê ve da destpêkirin. Qonaxa yekemîn a vê pêvajoyê bi 1'ê Hezîranê re bi serketî temam bûye û niha jî ji bo wezîfeyên qonaxa duyemîn dixebite.

"HELWESTA SERGERANDINÊ YA AKP'Ê ASTENGIYEKE CIDÎ YE"

Tevî ku tevgera me ev meheke xwe gihandiye qonaxa duyemîn a pêvajoyê, hukûmeta AKP'ê ji bo qonaxa duyemîn heta niha gav neavêtiye û bi helwesta sergerandin û helwesta zextdar a li dijî çalakiyên girseyî yên demokratîk, li pêşiya pêvajoyê dibe asteng.

9. Civata Giştî ya KONGRA GEL, ev hemû rewş bi dorfirehî nirxand û xalên li jêrê hatine ravekirin, kirie biryar:

BI 10 MADDEYAN HELWESTA PÊVAJOYÊ YA NÛ

  1. - 'Pêvajoya Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad' a Rêber Apo bi Nexşeya nû ya rê û banga Newrozê re diyar kir, ku pêngava têkoşîna demokratîk e were qebûlkirin û hemû wezîfeyên pêwîst ên pêvajoyê bi awayekî serketî bicih werin anîn.
  2. - Li ser vê bingehê, biryara agirbesta 23'ê Adarê û rewşa vekişîna gerîla ya ji aliyê Serokatiya Konseya Rêveber ve hatiye wergirtin, bê erêkirin.
  3. - Heta ku rewşeke nû rû nede, hêzên HPG'ê di rewşa agirbestê de be û planên vekişînê bicih bînin. Vê yekê bi pêvajoya çareseriya siyasî ya demokratîk re di nava hevdengiyekê de bimeşîne.
  4. - Ji bo zexta siyasî li ser hukûmeta AKP'ê bê kirin, li ser bingeha serhildanên gel pêngava têkoşîna siyasî bi beşdariya hemû dînamîkên civakî, bi awayekî bi bandor bê meşandin.
  5. - Ji bo serhildanên gel li gelemperiya Tirkiyê were belavkirin û biryarên Konferansa Aştî û Demokrasiyê bicih werin anîn, xebateke dorfireh a çalakî û rêxistinbûyînê bê meşandin. Li Tirkiyê, siyaseta demokratîk were rêxistinkirin û ev yek bi hêzên demokratîk re di asta seferberiyê de were meşandin.
  6. - Li hemberî êrîşên gengaz ên hêzên cûda, gerîla her tim di rewşeke aktîf a parastinê de amade bin. Eger pêwîst bike, mafê xwe yê bersivdayînê bikar bîne.
  7. - Eger ji aliyê AKP'ê ve pêvajo were sabotekirin an jî veguhere polîtîkayên sergerandin û xapandinê, li gorî sekna Rêber Apo, rêveberiya me helwestê nîşan bide.
  8. - Li Rojavayê Kurdistanê, siyaseta li ser bingeha xeta sêyemîn were xurtkirin, rêveberiya hilbijartinê ya demî bê îlankirin û rêveberiyeke xweser a Kurd bê avakirin.
  9. - Li Başûrê Kurdistanê, têkoşîna me ya xeta modernîteya demokratîk û cihêrengiya me nîşan dide, bi awayekî aktîf bê meşandin. Ji bo hilbijartinên pêş ji aliyê hêzên demokratîk ve were qezençkirin û Konferansa Netewî ya Kurdistanê li hev bicive, hewldan werin kirin.
  10. - Li Rojhilatê Kurdistanê ji bo dewamkirina agirbesta heyî ya navbera dewleta Îranê û PJAK'ê de, xebat bê meşandin. Li hemberî helwestên gengaz ên cûda yên rejîma Îranê, amadekarî bên kirin.