Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Ew hunermendekî rast ê gel bû

Ji KCK'ê peyama Cejna Qurbanê

Ji KCK'ê peyama Cejna Qurbanê

KCK'ê Cejna Qurbanê ya alema Îslamê pîroz kir û destnîşan kir ku gelên li Rojhilata Navîn, bi xemgînî cejna ku hêzên paşverû lê kirine jehr, pêşwazî dikin. KCK'ê bal kişand ser êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê û got, "Hemû Misilman divê di vê Cejna Qurbanê de li cem Kobanê û Şoreşa Rojava bin; pêwîste dûayên xwe ji bo serketina Kobanê û Şoreşa Rojava bikin, ku ev şoreş dixwaze cejnê bîne Rojhilata Navîn."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK), bi wesîleya Cejna Qurbanê peyamek weşand.

Di peyamê de hat ragihandin ku alema Îslamê Cejna Qurbanê di rewşa şerekî dijwar de pîroz dike û hat gotin, "Em Cejna Qurbanê ya tê wateya maf, edalet, wekhevî, aştî û biratiyê pîroz dikin û hemû berxwedêrên ji bo Rojhilata Navîn a nirxên Cejnê lê serdest be têdikoş in, bi rêzdarî silav dikin."

Di peyamê de hat diyarkirin ku hin hêzên paşverû, Cejna Qurbanê li gelên Rojhilata Navîn kirine jehr û hat destnîşankirin ku li Rojhilata Navîn êrîş li nirxên Cejnê tên kirin û ji ber ku ev êrîş ji aliyê hêzên maskera Îslamê li rûyê xwe pêçandine tê kirin, Cejn bêtir bi êş û dilşikestî bûye.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di dewama peyama xwe de ev xal destnîşan kir:

"Cejn, li ser bingeha maf, edalet û wekheviyê tên wateya aştî, aramî û biratiyê. Cejn ew kevneşopî û çand e ku dibe sedem ev hemû nirx bibin jiyana gelan. Cejna Qurbanê û hemû Cejn, banga li çawaniya jiyana gelan e. Her cejn banga jiyana azad, demokratîk û adîl e; di çarçoveya wekhevî û biratyê de banga jiyanê ye.

Di roja îro de hêza ku li Rojhilata Navîn bersiva herî baş dide vê banga jiyanê û dixwaze Rojhilata Navîn bike cihê cejnê, Şoreşa Rojava ye. Êrîşa li hemberî Şoreşa Rojava jî, êrîşa li hemberî nirxên Cejnê ye. Yên êrîşî Kobanê dikin, faşîstên dijminê Cejnê ne.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hêzên faşîst ên êrîşî hesreta Cejnê ya gelên Rojhilata Navîn dikin, êrîşî Cejnê bi xwe dikin weke JÎTEM a Rojhilata Navîn pênase kiriye. Ya ku DAIŞ'ê herî baş pênase dike têgîna JÎTEM'ê ye. JÎTEM a li Kurdistanê li serê gelê Kurd kirin bela, hêzeke tarî bû ku jia liyê hêzên kûr ve hat afirandin. Li pişt vê hêzê jî hêzên dijberên Kurdan hebûn. Li pişt DAIŞ'ê jî hêzên dijminê gelan hene; hêzên dijminê Kurdan hene. Tevî ku înkar dike jî li pişt wê dewleta Tirk heye. Di tezkereya şandina hêzên çekdar ji bo derveyî welat de jî, helwestek li dijî DAIŞ'ê nîne. Tê dîtin ku bi vê tezkereya şer re tê xwestin têkiliya kûr a navbera Tirkiye û DAIŞ'ê, bê nixumandin. Ti kes ji demagojiyên dewleta Tirk ên ku dibêjin, 'Em li dijî DAIŞ'ê ne, dewleta Tirk li dij e ku DAIŞ bikeve Kobanê' bawer nake. Divê ev gotin li rûyê hevkarê DAIŞ'ê AKP'yiyan bên xistin.

Kurd jî û tevahiya alema Îslamê jî bi xemgînî dikevin vê Cejna Qurbanê. Li dijî hêzên dijberên cejnê yên jiyan li Rojhilata Navîn herimandine, îro di serî de li Kobanê tevahiya Şoreşa Rojava li ber xwe dide. Ji ber vê yekê divê hemû Misilman, di vê Cejna Qurbanê de li cem Kobanê û Şoreşa Rojava cih bigirin; dûayên xwe ji bo serketina Kobanê û Şoreşa Rojava bikin, ku ev şoreş dixwaze Cejnê bîne Rojhilata Navîn. Yên xwedî li nirxên Cejnê derdikevin, pêwîste di vê Cejna Qurbanê de li cem berxwedêrên kobanê yên xwedî li nirxên Cejnê derdikevin û bi lehengî li ber xwe didin, cih bigirin.

Ev Cejna Qurbanê jî wê bi berxwedana parêzvanên nirxên Cejnê yên li Kobanê derbas bibe. Lewma divê tevahiya mirovahî, di vê Cejnê de li dijî DAIŞ'ê ku JÎTEM a Rojhilata Navîn e û hêzên li pişt wê berxwedanê bilind bikin. Pêwîste di vê Cejnê de li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û li her cihî li dijî faşîzma DAIŞ'ê berxwedan bê dayîn. Yên JÎTEM a Rojhilata Navîn û hêzên li pişt wê têk bibin, nirxên Cejnê û ew kesên ji bo nirxên Cejnê li ber xwe didin e. Ji ber vê yekê divê pîrozkirina herî baş a Cejna Qurbanê, beşdariya li berxwedana Kobanê be, mezinkirina vê berxwedanê û li ser vê bingehê nîşandana serketina nirxên Cejnê ji bo tevahiya cîhanê be.

Em gel û berxwedêrên Kobanê yên ji bo jiyaneke demokratîk û azad a gelên Rojhilat Navîn û anîna cejnê ji bo vê xakê têdikoş in, silav dikin. Nirxên çandî û demokratîk ên civakî yên Îslamê, wê bi vê berxwedanê bi ser bikevin û JÎTEM'î jî wê têk biçin.

Ev Cejna Qurbanê dema yekbûna li dora Hêzên Şoreşger ên Rojava yên ji bo nirxên Cejnê li ber xwe didin e. Cejnbûyîna Cejnên ji niha û pê ve jî, bi vî rengî dibe."