Ji KCK'ê daxuyaniya dîrokî: Dê vekişîn 8'ê gulanê dest pê bike

Ji KCK'ê daxuyaniya dîrokî: Dê vekişîn 8'ê gulanê dest pê bike

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di daxuyaniya ku cîhan hemû li bendê bû de biryara vekişandina gêrîlayan da û vekişandin dê 8’ê gulanê dest pê bike.

KCK’ê di derbarê biryara vekişandina gêrîlayên HPG’ê de daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê bi sedan rojnamegerên herêmê û biyanî ve tê şopandin. Daxuyanî ji aliyê Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Mûrat Karayilan, Endama Dîwana Kongra Gel Hacer Zagros û Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Zekî Şengal ve hate dayîn.

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan li pêşberê rojnamevanên ji gelek deverên cûda yên cîhanê hatibûn da. Karayilan ji ber navê Ocalan xist lîsteya 100 kesên bi bandor ên di cîhanê de dilxweşiya xwe ya ji bo kovara Time anî ziman û ji ber nasandina Ocalan malavahiya rêberê Sinn Fein Garry Adams kir.

KCK’ê di daxuyaniya dayî de ragihand ku, “Ev pêvajoya ku heyî û pêngava vekişandinê ya ji aliyê me ve hatî destpêkirin, di çarçoveya hewildanên Îmraliyê de çêdibin. Bi serkeftina vê gavê dê gavên du alî jî bêne avêtin.

KCK’ê di daxuyaniya çapemeniya ku eleqeyek mezin jêre hatî dayîn de destnîşan kir ku, dê pêngava vekiişandina gêrîlayên HPG’ê ji Tirkiye û bakûrê Kurdistanê re dawî li gûmanên ku li ser pêvajoyê heyî bîne. Û hate diyarkirin ku, dê meha Gulanê de gêrîla xwe vekişînin başûre Kurdistanê, di heman demê de hişyar kir ku, di vê vekişandinê de her êrîşk ya artêşa tirk tê wateya  rawestandina pêvajoya vekişînê.

Îro di demjimêr 14.20’ê herêmî li binarê Qendîl daxuyaniya çapemeniya ya KCK’ê ku ji aliyê hêjmareke qelebalix ya çapemeniyên herêmî û biyanî şopand bêhtirî sedû pêncî rojnamegeran şopand. Di daxuyaniya ku Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Mûrat Karayilan, Endama Dîwana Kongra Gel Hacer Zagros, Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Zekî Şengalî daxuyaniyên girîng dan û destpêka vekişîna hêza gêrîla û gavên bingehîn yên pêvajoyê aşkera kir.

VEKIŞÎN ENCAMÊN DANÛSTANDINÊN ÎMRALIYÊ NE

Di daxuyaniyê de detayên pêvajoyê û bicih anîna pêngavên pêwîst yên pêvajoyê bidaxuyaniyek nivîskî ji rojnamevanan re hatin dayîn, her wiha di derbarê pêvajoyê de Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Mûrat Karayilan agahiyên bêhtir dan. Di daxuyaniya KCK’ê de hate gotin:“ Rêberê me encamên rûniştin û muzakereyên bi dewleta Tirk re bi navbeynkariya heyeta BDP’ê du nameyên cûda ku têde encam û dîtinên xwe gihandine destê me, KCK’ê jî bi tevayî rêxistinên xwe ve girêdanbûna xwe ya bi peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîşan da ye. Rêber Apo di nameya xwe ya sêyemîn de ku 14’ê Nîsanê ji me re şandî biryara dîrokî ya vekişandina gêrîlayên HPG’ê ji me re şand. Di vê peyamê de bang li KCK’ê kiriye, Rêveberiya me jî yekdengî evbangawaziya Ocalan weke perspektîv-ferman qebûl kiriye biryara bicih anîna pêdiviyên vê daye.”

KCK’ê di berdwama daxuyaniyê de bibîrxist ku, 23’ê Adarê agirbest îlan kirine û her wiha bê dudilî, bibiryarek û bi îradeyekî hevbeş pêdiviyên vê bangawaziya vekişandina gêrîlayan bo dervey sînor bicih tîne.

GÊRÎLA DÊ BÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, dê başûrê kUrdistanê bibe vehesîna gêrîla û got: “ di serî de Hikumeta herêma Kurdistanê û bi giştî hêviyên me ji hemû aliyan peywendî dar ewe ku bi rengek erênî pêwazî ji mayîna hêzên me bi fermî li başûrê Kurdistanê bikin.”

HER ÊRÎŞEK ARTÊŞA TIRK TÊ WATEYA RAWESTANDINA VEKIŞÎNÊ

KCK’ê di daxuyaniya xwe de bang li dewlet û hikumeta Tirk kir ku, bi pêdiviyên pêngava vekişandina gêrîlayan girêdayî be  û got: “Di proseya vekişînê de artêşa Tirk jî di heman hişyarî û ciddiyetê de tevbigere, eger di dema vekişanê de her cure êrîş,operasyon, bombebaran li dijî hêzên me pêkbên di wê demê de pêngava vekişînê dê raweste. Hêzên me jî li ser esasê parastina rewa dê mafê bersivdayînê bikar bînin. Dema hêzên gêrîla vedikişin, di heman astê de pêwîste hêzên dewleta Tirk jî rênede tevgerên xapînok. Pêwîste destûrê nedin yên li firsend û tevgerên bibin sedema şer û pevçûna, ji bo wê jî divê tiştên ku me binameyan ji Rêbertiyê re gotibû û dewlet jî jê haydare esas werin girtin.”

HEYETEK SERBIXWE DÊ ÇAVDÊRIYA PÊVAJOYÊ BIKE

KCK’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku, çavdêriya vê pêvajoyê ji aliyê heyetek serbixwe, ji bo li ser şaşî û hemû tengasiyên ku rû bidin bisekine, aramî  û meşandina pêvajoyê biparêze weke derfetek girîng nirxand. KCK’ê di vê mijarê de got; “Em weke tevgera azadî ku li ser bangawaziya Rêbertiyê di Newrozê de hatiye destpêkirin, ji bo çareseriya Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê û ji bo dawî lê anîna pêvajoya şer û pevçûnan ya di Rojhilata Navîn û Asya Navîn. Ev pêvajo pêvajoyekî nûye ku pirsgirêkan nebirêya çek û şer, birêya siyaset û diyalog têde tê çareser kirine. Di vê pêvajoya ku em têde ne gelê herêmê ji şer û pevçûnan westiyane, çareserkirina pirsgirêkan li ser esasê wekhevî û azadî xwe disepîne. Gelê Rojhilata Navîn û Asya Navîn bi qasî nan û av pêwîstiya wan bi wekhevî, aştî û dawî lê anîna şer û pevçûnan heye.”

PÊWÎSTE LI HEWLÊR PLATFORMEK NETEWÎ ÇÊBIBE

Di berdewamiya daxuyaniyê de KCK’ê gavek din ya girîng anî ziman û ew jî pêvajoya çêkirin û qayîmkirina yeketiya netewiya Kurde. Di vê derbarê de jî got; “Di vê pêvajoyek wiha ku di Rojhilata Navîn û welatê me de guhertinên girîng û jiyanî rûdidin, em bang li hemû rêxistinên her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku jib o yeketiya Netewî û aştî çêbibe, platformek netewî (konferansa  yeketî, hevgirtin û aştiya Kurd) li hev bicivin.”

Serokatiya Konseya KCK’ê ji bo ku li pêşiya vê pêvajoyê astengî çênekin, bi serkeftî bidawî were û bi encam bibe çend xalên girîng destnîşan kirin û ev xal evin:

1-Hêzên gêrîla  bêy ku rêbidin pevçûn çêbibin, rêyên ku beriya vê hatine şixulandin di nava dîsîplîn û duzenê de dest bi vekişînê dikin.

2- Vekişîn dê di çarçoveya amadekariyan de 8’ê Gulanê dê ddestpê bike, dê kom bi kom û gav bi gav veşartî bê kirin.

3-Piştî vekişînê gêrîlayên HPG’ê dêbên Başûrê Kurdistanê, ji boy wê ji hikumeta Herêma Kurdistanê tê xwestin ku bi awayek fermî li gel gêrîlayên me tevbigerin.

4-Dema vekişînê de her êrîşek, topbaran, operasyon û pevçûnek ji aliyê artêşa tirk rû bide ev pêngava vekişînê dê bê rawestandin  û dê gêrîla di çarçoveya parastina rewa de parastina xwe bike û bersiva êrîşa bide.

5-Di dema vekişînê de divê herdu alî bi hîstiyarî tevbigerin û hewildanên dijberî nekin û destûra provokasyonan nedin. Her wiha dewleta Tirk jî di çarçoveya peyama ku Serok Apo di nameyên xwe de ragihandiye û dewleta Tirk dizane tevger bike.

6- Ev pêvajo dê ji aliyê heyetek bê alî û serbixwe dê were şopandin, hem başî û xirabiyên wan bişopîne û ji bo ev pêvajo bi awayek serkeftî bi encam bibe dê bişopîne.

Karayilan anî ziman ku piştî dewra çekan ji holê rabû divê siyaset têkeve meriyetê û wiha berdewam kir: "Em wekî tevgera azadiyê bi pêngava banga Rêber Apo ya di Newrozê de kir, dest bi pêvajoyek nû kir. Em dixwazin bi vê bangê ne tenê pirsgireka kurdên Tirkiyeyê, em dixwazin pirsgirêka hemû kurdên çar perçeyan û aştiya hemû Rojhilata navîn pêş bikeve. Em dixwazin pirsgirêk ne bi riya çekan, bi riya siyaseta demokratîk û diyalogê pêş bikeve. Di vê pêvajoyê de êdî gel şer naxwaze û aştiyê dixwaze. Êdî gelê Rojhilata Navîn û Asya Navîn bi qasî av û xwarinê mohtacê aştiyê ye."

Karayiyan, anî ziman ku ev pêvajoya ku wan dest pê kiriye ji bo aştiya Tirkiye û Rojhilata Navîn pir girîng e û wiha berdewam kir: "Bi vê pêngava me di polîtîkayên me yên çareseriya hevsengî û geşedanên herêmê de tiştek nehatiye guhertin. Di polîtîkaya me ya Rojhilata navîn de xêza 3'emîn a ne alîgirê şer û pevçûnan e. Xêza aştî û biratiyê ye. Xêza wekhevî, aştî û azadiyê ye. Xêza demokrasiyê ye. Li Rojhilata navîn pirsgirêka sereke pirsgirêka kurd e. Ger ku pirsgirêka kurd çareser bibe dê li herêmê û rojhilata navîn aştî û aramî pêş bikeve. Dê fêdê bide her kesî.

Karayilan ji bo çareseriyê piştgirî ji DYA, YE û Rûsyayê xwest. Karayilan, anî ziman ku pirsgirêka kurd pirsgirêka navneteweyî ye û bang li hemû hêzên cîhanê û dewletên wekî DYA, YE, Rûsya kir û xwest êdî dest ji polîtîkayên înkar, îmha û serdestiyê berdin û rê li pêşiya aştî, aramî û demokrasiyê vekin. Em bang li gelê kurd dikin ku li Amed, Hewler, Tirkiye û Ewropayê konferansên çraeseriya pirsgirêkê lidar bixin."

Karayilan bang li hemû gelê Tirkiye kir û xwest ji bo aştî, aramî, demokrasî, wekkevî, edalet û azadî pêş bikeve û ji bo bindestî, xizanî, wêranî û tundî bi dawî bibe her kes berpirsiyariya xwe bicih bînin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Gelê kurd li diji siyaseta înkar û îmhayê ya sedsalan bedelên herî giran da. Berxwedanek dîrokî û destanî pêş xist. Êdî dema merhaleyek nû ya çareseriyê hatiye. Rêber Apo, hamleya "Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad" daye destpêkirin. Em bang li hemû hêzên kurdistanê, partiyên siyasî, sazî û rêxistinên civakî, hêzên demokratîk dikin û piştgiiyê bidin vê pêjoyê û tev li hewldanên çareseriya demokratîk bibin. Em dixwazin her kes ji bo çareseriya demokratîk berpirsiyariya xwe bi cih bînin. Ji bo piştevaniya neteweyî em bang li her kesî dikin ku Platforma Neteweyî ava bikin û tev li 'Konferansa Aştî, Piştevanî u yekîtiyê" ku li Hewlerê pêk bê bibin.