Ji KCK'ê banga xwedîderketina li Gola Çeto
Ji KCK'ê banga xwedîderketina li Gola Çeto
Ji KCK'ê banga xwedîderketina li Gola Çeto
Komîteya Ekolojî û Rêveberiyên Herêmî ya KCK'ê da xuyakirin ku, li Dêrsimê Parqa Gola Çeto ya ji bo Elewiyan cihekî pîroz e, bi gefa li ber avê bikeve re rû bi rû ye û bang li herkesî kir ku bi dirûşma "Dest nede xweza û jiyana min" xwedî li Gola Çeto derkevin.
Şaredariya Dêrsimê, ji bo Parqa Gola Çeto di bin avê de nemîne herêm dagirtibû, lê li hemberî Şaredariyê doz hatibû vekirin. Der heqê biryara ji doza li hemberî Şaredariyê derket holê de Komîteya Ekolojî û Rêveberiyên Herêmî ya KCK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û nerazîbûn nîşan da.
Di daxuyaniyê de hat bibîr xist, ku projeyên qereqol, HES û bendavan ên li Kurdistanê bi lez û bez dewam dikin û hat gotin, "Polîtîkayên endustrî û enerjiyê yên li çar aliyên Tirkiyê gefê li civak û xwezayê dixun, bi bendavên li Kurdistanê û birrîna bi hezaran daran a ji ber qadên kar ên TOKÎ'yê, xweza û jiyana me dixe xeteriyê.
Weke yek ji pêkanînên mêtîngeriyê, tê xwestin nirxên çandî û dîrokî yên Kurdistanê di bin avê de bên hiştin. Di serî de Heskîf û Mûnzûrê, li gel nerazîbûna gelê Kurdistanê jî hewl dane bi santralên Hîdroelektrîk HES û bendavan re, têgihiştin û polîtîkayên ewlekarîperestiyê, serdest bikin."
Komîteya KCK'ê diyar kir ku bi polîtîkayên bendavan re hewl tê dayîn gel ji qadên xwe yên jiyanê yên bi hezaran salan were dûrxistin û nirxên çandî û dîrokî yên erdnîgariya Kurdistanê bên tinekirin. Komîteya KCK'ê destnîşan kir ku Parqa Gola Çeto ya li Dêrsimê ku ji bo Elewiyan cihekî pîroz e, bi heman gefan re rû bi rû ye.
Di dewama daxuyaniyê de bang li gel hat kirin ku li dijî binavkirina Parqa Gola Çeto nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bide. Daxuyaniyê weha dewam kir:
"Li beramberî têkoşîna huqûqê ya gel û Şaredariya Dêrsimê, dadgehê biryareke dijber da û hewl dide bi cezayekî giran ê pere, şaredariyê têk bibe. Gelê Dêrsimê yê li dijî hemû polîtîkayên qirkirinê li ber xwe daye, wê vê kevneşopiya xwe ya berxwedanê îro jî dewam bike û xwedî li nirxên xwe yên çandî derkeve. Gelê Dêrsimê ne bi tenê ye. Divê gelê me xwedî li Dêrsim û nirxên xwe yên çandî derkeve û nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bide.
Pêwîste gelê û hêzên demokrasiyê yên di haya jiyana mirovane û ekolojiyê de ne, bi şiyara "Dest nede xweza û jiyana min" ji Geziyê heta Dêrsimê li hemû bajaran, bajarokan nerazîbûna xwe nîşan bidin û bi giyana rizgariya demokratîk û jiyana azad, li ber xwe bidin."
ÇI BÛBÛ?
Li Dêrsimê, bi bendara Ûzûn Çayir re Şikefta Gola Çeto ya ji bo Elewiyan cihekî pîroz e, bi gefa di bin avê de bimîne re rû bi rû ma. Bi cihdagirtina Şaredariya Dêrsimê re, herêm ji vê xeteriyê rizgar bû.
Lê belê vê carê dadgehê di encama doza DSÎ de biryar da, ku cihdagirtina li Gola Çeto bê rakirin. Li Şaredariya Dêrsimê jî 2 milyon û 200 hezar TL cezayê pere hat birrîn. Pêvajoya huqûqî ya li ser dozê dewam dike.