Ji KCD’ê bo mitînga Pirsûsê banga tevlîbûneke xurt
Ji KCD’ê bo mitînga Pirsûsê banga tevlîbûneke xurt
Ji KCD’ê bo mitînga Pirsûsê banga tevlîbûneke xurt
KCD’ê bang li hemû gelê Kurd û raya giştî ya demokrat kir ku bi awayeke xurt beşdarî mitînga ku dê bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê û xwedîderketina li berxwedana Kobanê, li navçeya Pirsûsa Rihayê bê lidarxistin bibin. KCD’ê got: “Ji bo em berxwedana xwe bi berxwedana gelê me yê Kobanê re bikin yek, ji bo xurtkirin û bihêzkirina berxwedana Kobanê, em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz û raya giştî ya demoratîk dikin ku bi awayeke xurt tevlî mitînga mezin ku dê roja 29.09.2014 bê lidarxistin, bibin.”
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku ger dê tiştek ji bo Kobanê bê kirin, divê aniha bê kirin û bang li her kesî kir ku beşdarî mitînga girseyî ku dê sibê li navçeya Pirsûsa Rihayê bê lidarxistin bibe.
KCD’ê bi bîr xist ku gelê Kurd, di dîroka têkoşîna xwe de pêvajoya xwe ya herî girîng, dîrokî û krîtîk dijî û destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê bi desteka hêzên navneteweyî û hêzên paşverû yên herêmê li Şengalê li hemberî Êzidiyan komkujiyek pêk anî. KCD’ê diyar kir ku niha dixwazin komkujiyeke ji vê mezintir û berfirehtir li Kobanê pêk bînin û dixwazin Kobanê ji mirovan vala bikin. KCD’ê got: “Ev 14 roj in Kobanê bi êrîş û dorlêgirtineke mezin re rû bi rû ye. Armanca van êrîşan fetisandina Şoreşa Rojava û hemû destkeftiyên Rojava ne.”
KCD’ê di berdewama daxuyaniya xwe de got: "Gelê Kurd li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi pêşengiya YPG/YPJ'ê berxwedaneke bêhempa dimeşînin. Îro rojeke girîng e û roj roja bi ruhê berxwedanê û xwedîderketina şoreşê ye. Rewşa ku niha heye pir girîng e. Rojên li pêşiya me dê dahatûya gelê me diyar bikin. Ji bo wê jî em bang li hemû kesên xwedî wijdan û hestyar dikin ku tevlî mîtînga Pirsûsê bibin."
Kongreya Civaka Demokratîk di berdewama daxuyaniya xwe de got: “Ger dê tiştek bê kirin, divê îro bê kirin. Ger em wezîfe û berpirsyartiyên xwe taloq bikin, ev yek dê xizmeta xurtkirina xeteriyê bike.
Em bi vê daxuyaniya xwe dibêjin; Ji bo em berxwedana xwe bi berxwedana gelê me yê Kobanê re bikin yek, ji bo xurtkirin û bihêzkirina berxwedana Kobanê, em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz û raya giştî ya demoratîk dikin ku bi awayeke xurt tevlî mitînga mezin ku dê roja 29.09.2014 bê lidarxistin, bibin.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dê wesayit sibê saet di 08.00 de ji ber Dibistana Amadeyi ya Batikent Fatihê ya Amedê bi rê bikevin.