Ji înstiyatîfa bo Ocalan Azadî banga çalakiya nobetê

Ji înstiyatîfa bo Ocalan Azadî banga çalakiya nobetê

Çalakiyên nobetê yên li bajarê Strasbourg ya Fransayê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ber saziya Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) û Konseya Ewropayê pêk dihatin salek li pişt xwe hişt. Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî daxuyaniyek da û bang lihemû kurdan kir ku çalakiyê bi hêztir bikin.

Çalakiya 52 hefte li pey xwe hişt, her hefte komên ji 5 kesan pêk dihatin nobet digirtin. Her kurdê kut evli çalakiyê dibûn, bi hişmendiya ku ji bo azadiya xwe nobetê digriin tevli bûn. Di daxuyaniyê hate diyar kirin ku Rêber Apo gelê  ku êdî hatibû asta tunebûnê, rastî pêkanînên dijwar yên qirkirin, tunekirinê hatibû, ziman û nasnameya wan hatibû tunekirin, rizgar kiriye û di esasa demokrasiyê de yekitiya civakî û netewî avakirine û hêza wan derxistiye holê.
Her wiha di daxuyaniyê de balkişandin ser rola Ocalan ya di pêşvebirina pêvajoya aştiyê de û wiha hat gotin: “Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan ku her gotin û tiştên ku dike mîlyonan eleqeder dike, qazadiya wî jî bo vî gelî gelek girîng û lezgîne. Di dawiya sala borî de bi hezaran girtî 68 rojan ji bo azadiya Ocalan ketin greva birçîbûnê ya bê dem û dorneveger. Girtiyên demek dirêj di grevê de man, bi îradeyek mezin grev didomandin û ancax li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî kirin. Rêber Apo di serê salê de ket nav hewldaneke dîrokî pêvajoya çareseriya demokratîk û aştiyane daye destpêkirin.  Ji bo pêşveberiya pêvajoyê pêywira herî giran ji Rêber Apo tê payîn û her wiha di vê rewşê de jî di bin tecrîdê de tê girtin. Ev nayê qebûlkirin.

Ji ber vê jî ev şert û merc pêvajoyê dike bin rîskê. Ligel destpêkirina pêvajoya aştiyê, girtina Rêber Apo,  li gorî ruhê pêvajoyê ye. Ev pirsgirêkeke cidiye. Li aliyekê nîqaşên ji bo jiyaneke demokratîk û azad tê kirin, hevdîtin tê kirin û li aliyê din jî serokatiya wî gelî ne azad e! Ev ne mumkune. Ger rastî aştiyek pêk were, ev bi azadiya wî gelî pêkane. An jî aştîne pêk nayê.Ji ber vê jî di çareseriya pisgirêka kurd divê hikûmeta AKP’ê cidî nêzî mijarê bibe. An jî dê kes bi AKP’ê bawer neke. Ji ber vê jî azmûna yekemîn samimiyetê eve.”

 Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji ber vê jî wekê kul i her çar paçeyên welatê me, li Ewropayê jî kurdan û dostên kurdan sala borî ji serê salê het aniha  meşa dirêj ya Cenevre-Strasourgê, piştre greva birçîbûnê ya li Strasbourgê ya 52 rojan, kampanyaya îmzeyan û tura otobusê û ligel vê çalakiyên nobetê pêk anîn.  Di encama van çalakiyan de girîngiya çalakiya bo azadiya Ocalan derketiye pêş. Bi wesîleya salvegera çalakiya nobetê de di 25’ê hezîranê de li Strasbourgê dê çalakiyanobetê pêk were û em bang li hemû kesî dikin ku tevli vê çalakiyê bibe. Her wiha em bang li hemû Kurdistanî û dostên wan dikin ku xwe tevli kampanyaya Ji bo Ocalan Azadî ya ku dê heta 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê didome bikin.

Her wiha em bang li Yekitiya Ewropayê, Konseya Ewropayê, Netewê Yekbûyî, DYA, Rusya û hemû saziyên navnetwî, hikûmetan dikin ku ji bo Azadiya Ocalan û pêvajoya çareseriyê piştgiriyê bidin.