Ji Însiyatîfa Gel banga tevlêbûna çalak a berxwedana Gezî

Ji Însiyatîfa Gel banga tevlêbûna çalak a berxwedana Gezî

Însiyatîfa Gel a Marmarayê, bi pêşengiya jin û ciwanan bang li gelê Kurd ê li Stenbolê dijî kir ku, bi awayekî çalaktir beşdarî çalakiyên berxwedan Gezî bibe.

Însiyatîfa Gel a Marmarayê di daxuyaniya xwe ya li ser berxwedana Gezî de diyar kir ku, berxwedana Gezî a ya li dijî feraseta "rêveberiya faşîst, otorîter û zextdar a AKP'ê" destpê kir, li gelemperiya welat belav bûye û ev yek nîşan dide ku êdî gel dibêje "Êdî bes e."

Însiyatîfê destnîşan kir ku, vê berxwedanê nîşan daye ku dewlet çiqasî dijminê Kurdan, Elewiyan, Çepgiran û Karkeran e, ew çend jî dijminê gelê Tirk e û di heman radeyê zilmê dike. Di daxuyaniyê de w'ha hat gotin: "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe ya Newroza Amedê de gotibû, 'Çiyayên Agirî û Cûdî, bi Kaçkar û Erciyes re xuşk û bira ne. Çemên Firat û Dîcleyê, bi Çemên Sakarya û Merîçê re xuşk û bira ne.' Ev gotin biratiya gelên Kurd û Tirk nîşan dide. Ya ku li Enqerê hevalê me Ethem Sarisuluk kuşt û li Licê hevalê me Medenî Yildirim kuşt, heman dewlet e, heman zihniyet e. Tevahiya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê li gel vê berxwedanê ye. Li ku devera cîhanê dibe bila bibe, tevgera me li gel bindestan, li gel berxwedanê ye."

Însiyatîfa Gel a Marmarayê da xuyakirin ku, daxwazên berxwedêrên Gezî û daxwazên gelê Kurd yek in û got, "Daxwaza me ya hevpar demokrasî, azadî, aştî û biratî ye. Dara li Erdîşê tê birîn û dara li Parka Gezî tê birîn heman dar e. Yên Ethem û Medenî kuştin, yek in. Têkoşîna azadiyê ya Kurdistan û Anatoliyê yek e. Em bang li hemû gelê xwe yê li Stenbolê dijîn dikin, ku bi pêşengiya jin û ciwana ji niha û pê ve hîn çalaktir beşdarî berxwedana Gezî û Taksîmê bibe."