Ji Însiyatîfa Gel banga meşa Licê ya 5'ê Tîrmehê
Ji Însiyatîfa Gel banga meşa Licê ya 5'ê Tîrmehê
Ji Însiyatîfa Gel banga meşa Licê ya 5'ê Tîrmehê
Însiyatîfa Gel a Amedê xwest, li dijî êrişa li Licê û terora polîsan a li Amedê serhildan bê bilindkirin û ji bo meşa Licê ya 2'ê Tîrmehê banga tevlêbûnê kir.
Însiyatîfa Gel a Amedê, der heqê êrişa li Licê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de agirbesta KCK'ê ya 24'ê Adarê û vekişîna gerîla ya ji 8'ê Gulanê û vir ve tê kirin, hatin bibîr xistin û hat destnîşankirin ku qonaxa yekemîn a pêngava "Avakirina Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk" ji aliyê gelê Kurd ve bicih hatiye anîn.
Însiyatîfê ragihand ku aliyê Tirk bi heman berpirsyariyê tevnagere û got, "Hukûmeta AKP'ê û dewleta Tirk a mêtînger û talanker, diviyabû di qonaxa duyemîn de girtiyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê serbest bikira. Lê di şûna vê de li girtîgehan bi hêrsa tolhildanê şerê psîkolojîk girantir kir û bi zext û êrişên cûrbecûr hewl dide vîna hevalên me bişkîne. Ji ber van polîtîkayên qirêj gelek hevalên me yên nexweş, şehîd ketine. Ji aliyê din ve, bi kemîn û balafirên keşfê re hewl didin meşa gerîla asteng bikin. Balafirên şer ên ji Amedê rabûn, li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê nizm difirin û artêşa dagiker jî li ser sînor, bi topan her roj êriş dibin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê."
Însiyatîfa Gel bal kişand ser zêdebûna xebatên dewletê yên asîmîlasyon, narkotîk û fûhûşê û skandalên destavêtinê yên li Çewlik û Mêrdînê bibîr xist û got, "Careke din bi awayekî zelal derketiye holê k ev polîtîkayên bê ehlaq û qirêj bi destê dewletê tê kirin û tê parastin."
Însiyatîfê ragihand ku bi heman rengî lez dane çêkirina qereqol û projeyên HES'ê û di şûna sîstema cerdevahiyê ji holê bê rakirin de, cerdevanên nû tên peydakirin. Însiyatîfê, ji êrişa li Licê Serokwezîrê Tirkiyê Tayyip Erdogan berpirsyar girt.
Di daxuyaniyê de kuştina Medenî Yildirim û birîndarbûna 10 Kurdan hatin bibîrxistin û hat gotin, "Qeymeqam û Waliyê AKP'ê yên faşîst, di şûna ku hesabê vê bidin de, bi daxuyaniyên xwe careke din nîşan dan ku ev bûyer çiqasî plankirî hatiye meşandin."
Îsniyatîfê herî dawî êrişên li dijî meşên demokratîk ên BDP'ê yên bi navê "hukûmet gavê biavêje" bibîr xist û banga tevlêbûnê li meşa Licê ya 5'ê Tîrmehê kir.
Di vê derbarê de weha hat gotin; "Gelê Amedê ti carî serê xwe li ber dewleta TC ya faşîst û dagirker ne tewandiye û li her qadê bi giyana serhildanê bersiv daye. Ji niha û pê ve jî wê serî ne tewîne û berxwedana xwe mezintir bike. Li hemberî bûyera şehîdkirina Medenî Yildirim a li Licê û terora polîs û waliyê AKP'ê ya li Amedê, divê her qad bibe cihê serhildan û qeleha berxwedanê. Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe dikin ku roja 5'ê Tîrmehê beşdarî meşa BDP'ê ya li gundê Fîsê bibin. Pêwîste di 5'ê Tîrmehê de ti dikandarên me yên li Licê derabeyên xwe venekin, wesaîtên xwe ne xebitîne, xwedî li şehîdê xwe derkeve û ji dewleta TC ya faşîst hesab bipirse."