Ji Înîsiyatîfa Gel bo meşa Amedê bangawazî
Ji Înîsiyatîfa Gel bo meşa Amedê bangawazî
Ji Înîsiyatîfa Gel bo meşa Amedê bangawazî
Înîsiyatîfa Gel a Amedê biboneya protesto kirin serbest berdana leşkerên ku li Çewlikê zaroka binavê E.A. îstismara zayendî û tecawiz kirine, banga kir ku tevlî meşa dê roja Yekşemê li Amedê pêkbê bbin.
Di daxuyaniya Înîsiyatîfê de, tecawiz û îstismara zayendî a li hemberî E.A hatiye kirin weke “Dewleta Tirk ya dagirker li Kurdistanê li hemberî gelê Kurd û gelên din bi nêzîkatiyên tolhilgirtinê, bêexlaqî û hewil dide nirxên gel bêxe bin lingê xwe” binav kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku, “Ji ber ku di nava vê bûyera qirêj a tecawizê de, polîs, leşker, memûrên dewletê ên nêzê AKP’ê û Cemaetê têde ne, dadgehê li şûna wan kesan bigire û ceza bike, biryara nepeniyê danî ser dosyay3e û ew kes serbest berdan. Hikumeta AKP’ê ku xwe Îslamî dibîne, careke din jî bi zelalî nîşanda ku polîtîkayên tecawizkarî, fihûş, hişber û sîxurkirinê ên li Kurdistanê polîtîkayên dewletê ne.”
Ji ber vê sedemê Înîsiyatîfa Gel ji bo li dijî vê komkujiya exlaqî û rûmet xistina li tê xwestin li Kurdistanê bikin derbikevin, bang kir ku bi ruhê serhildanê tevlî meşa ku 23’ê Hezîranê roja Yekşemê di demjimêr 17:00’an de li ber avahiya BDP’a Amedê ji aliyê Meclisa Ciwanan a BDP’ê di bin slogana “Ji tecawiz, fihûş, madeyê hişber û sîxurkirinê re na” bibin.