Ji Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê bangawazî

Ji Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê bangawazî

Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê di daxuyaniya ku weşand de bang li gelê Kurd kir ku heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were timûtim di nav serhildanê de bin.

Di daxuyaniya Înîsiyatîfê ya bi serenava “Ji bo gelê Kurd ê Welatparêz” hatiye nivîsandin de destpêkê 9’emîn Kongreya Kongra-Gel hat pîrozkirin. Di daxuyaniya ku bal dikişîne ser berxwedana 14’ê Tîrmehê hat destnîşankirin ku ev berxwedan di avakirina Têkoşîna Azadiya Kurd û neteweyeke demokratîk de yek ji sedemên herî diyar e.

Di daxuyaniyê de di mijara rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd de ku guman tên destnîşankirin tê gotin ku ev nîşaneyên di vê mijarê de bûyera jehrkirinê ya sala 2007’an bi bîr tîne.

KURDISTANA XWESER A AZAD

Di dewama daxuyaniyê de tê gotin ku têvî merheleya duyemîn a pêvajoya aştiyê hatiye destpêkirin jî hukûmeta AKP’ê dest ji kiryar û pêkanînên mêtinger bernedaye û wiha tê gotin:  “Di nav lêgerîneke wiha de ne ku dibêjin em ê  di şert û mercên nû de çawa mêtingeriyê berdewam bikin. Armanca me daxistina maskeyên wan ên ku digotin, demokrasî û aştî bû. Me ev pêk anî. Ji vê saetê û şûnde dema, bi serhildanan avakirina neteweya demokratîk û xweseriya demokratîk e. Em bang li gelê xwe dikin bi pêşxistina serhildanan re ber bi azadiyê ve bimeşe û xîmên Kurdistana Xweser a Azad meclîs, kooperatîf, komun û akademiyan ava bike û li wan xwedî derkeve”

Di daxuyaniyê de ev bang li gelê Kurd hat kirin:

- Heta tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêber Apo pêk were em serhildanan mezin û daîmî bikin.

- Heta tecawiz, qirkirin, qereqol,bendav û tevayî mêtînger û pêkhênerên wan ji xakên pîroz ên Kurdistanê derkevin em têkoşînê bilind bikin.

- Di Salvegera Berxwedana 14’ê  Tîrmehê de wek Rêberên xwe Kemal, Xeyrî, Akîf ve Aliyan em li ber xwe bidin Rêber Apo û Kurdistanê azad bikin.

-Em li tevayî kolan, tax û navçeyan biçin seferbertiya rêxistinkirina lingên xweseriya Kurdistanê. Pêwîst e tevayî gelê me bi derfetên xwe beşdarî vê xebata pîroz bibe.

-Gelê Kurdistan û dostên wê ji tecrûbeyên dîrokî pirr baş dizanin ku; li cîhanê û bi taybet li Kurdistanê ji bilî têkoşîn û serhildanê ne mimkun e mirov encam bigire. Ji lewra çi qasî serhildan çêbibin wê Rêber Apo û Kurdistan azad bibe.”