'Ji her mirinek pêk bê hikûmet û Wezîrê Dadê berpirsyar e'
'Ji her mirinek pêk bê hikûmet û Wezîrê Dadê berpirsyar e'
'Ji her mirinek pêk bê hikûmet û Wezîrê Dadê berpirsyar e'
Hevserokê BDP’a Êlihê Serdar Atalay, diyar kir ku ji bo girtiyên nexweş bi awayekî baş bên tedawîkirin û li cem malbatê xwe jiyana xwe bi domînin dê hemû hewldana pêwîst pêk bînin. Parlamentera Êlihê ya BDP'ê Ayla Akat Ata jî anî ziman ku ji niha û pê ve her mirinek ku li girtîgehan pêk were dê di serî de hikûmet û Wezîrê Dadê berpirsyar be û got: "Ew ne tenê 4 rojan, nikarin 24 saetan di nav şert û mercên girtîgedan de bijîn.
Rêxistina BDP’ê ya Êlihê ji bo balê bikişîne ser rewşa binpêkirina mafên girtiyan û girtiyên nexweş, li ber Girtîgeha Tîpa M a Êlihê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Parlementera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, malbatên girtiyan, girtiya nexweş a ku beriya du mehan hate tahliyekirin Hediye Aksoy, rêveberên BDP, HDP, KURDÎ-DER, MEYA-DER, ÎHD, KESK, gelek nûnerên rêxistinên saziyên civakî yên sivîl, Însiyatîfa Dayikên Aşîtiy bi sedan kes amade bûn. Di daxuyaniyê de pankartê “Bile girtiyên nexweş li tavilê serbest bên berdan, û bila dawî li pêkanînên dij mirovahî yên girtîgehan were” hate hildan. Balkeş bû ku di daxuyaniyê de gelek polîsan wêne û dîmenên daxuyaniyê tomar dikirin. Hevserokê BDP’a Êlihê Serdar Atalay, diyar kir ku di vê pêvajoyê de her kes li benda ye mirinên mirovn pêk neyên û wiha axivî: "Her kes li benda azadiya girtiyan e. Lê hema bêje her roj darbestên girtiyên nexweş ji girtîgehan dertê û viya hemû kesî bi kurahî xemgîn dike."
Atalay, destnîşan kir ku her roj li gertîgehan rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş xerab û giran dibe û wiha got: “Mixabin di serî de Wezareta Dadê û hemû rayedar di vê mijarê de tu gavên erênî navêjin û bi israrın. Lazim e demek beriya demekê girtiyên nexweşiya pênceşêrê û girtiyên rewşa wan giran bên tahliyekirin. Lê li ser rewşa kêyfî ya Saziya Tiba Edlî û Dozgerên Cumheriyetê her roja ku diçe rewşa van girtiyan giran dibe. Ev rewşa girtî ku tê de ne bes e lê li aliyê din de jî ev girtî rastî gefên dij mirovahî yên personelê girtîgehan tên.” Atalay, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş yên Girtîgeha Êlihê û wiha got: “Girtiyên nexweş ji bo ku tedawiyek baş li wan bê kirin û ji bo kul li cem malbatê xwe jiyan bikin, emê wek BDP hewldanaên pêwîst çibin bidin kirin û ji raya giştî re bidin parvekirin.”
Piştî Atalay, Parlementera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata jî axivî û diyar kir ku ew di demên dawî her tim şahidiya ku darbestên girtiyan ji girtîgehan dertên dikin. Ata, destnîşan kir ku demek beriya demekê bila ev pêkanînê dij mirovahî û hiquqî bi dawî bibin û got êdî dema girtina van birîna hatiye. Ata, anî ziman ku Wezîrê Dadê li gel raporên girtiyan ên nexweş jî çavê ji van mirinan re digire û got heta ew nebin mertal û hêza hevpar dê ev bê dadî û hiquqî bidome. Ata, bi lêv kir ku dê ew li hember van mirinan û pêkanînan bê deng nemînin û got ew ê li hemberî derketina darbestan dengê xwe bilind bikin. Ata, diyar kir ku ji niha wê pê ve her mirinek ku li girtîgehan pêk were dê hikûmet û Wezîrê Dadê jê berpirsyar be. Ata, anî ziman ku kesên dibêjin şert û mercên girtîgehan baş e bila herin ne 4 roj bila ka dikarin 24 saetan jî di nav wan şertan de bijîn.
Piştî Ata, girtiya nexweş a ku beriya du mehan hate tahliyekirin Hediye Aksoy jî wiha got: Ez niha slav û hezkirinên xwe ji hemû girtiyên nexweş û girtiyên azadiyê re dişînim. Ez hêvê dikim dê demek beriya demekê azadî bibe para wan jî û werin berdan. Ez beriya du mehan hatim berdan û gihîştim azadiya xwe. Ji berk u niha ez li derve me gelek bextewarim lê belê pirsgirêk bi berdan kesekî re nayê çareserkirin. Ne bi berdan min tenê re bila hemû hevalên min bên berdan. Lê niha jî nîvek kezev û bedena min li girtîhena li cem girtiyên azadiyê ye.”
Piştî daxuyaniyan BDP’i Ata û heyetek ji rêveberên BDP ji bo biçin serdan girtiyên nexweş ên Girtîgeha Êlihê çûn girtîgehê.