Ji girtiyên li Tîpa F a Edîrneyê alîkariya watedar a ji bo Rojava

Ji girtiyên li Tîpa F a Edîrneyê alîkariya watedar a ji bo Rojava

Girtiyên ji doza PKK'ê yên di Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê de ne, 3 hezar TL yê ji bo piştgiriya şoreşa Rojavayê civandin, ji bo bişînin Rojavayê radestê Komîsyona Alîkariya Rojavayê ya Rêxistina BDP'ê ya Bajarê Stenbolê kirin. 

Girtiyên ji doza PKK'ê yên di Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, bi armanca piştgiriyê bidin şoreşa Rojava 3 hezar TL yê civandine ji bo bişînin Rojavayê re radestî Komîsyona Alîkariya Rojavayê ya Rêxistina BDP'ê ya Bajarê Stenbolê kirin. Berdevkê Komîsyonê Îhsan Çelîk, derbarê alîkariyan de agahî da û diyar kir ku alîkariya hatiye civandin pir bi watedar e. Çelîk, wiha got: "Piraniya van hevalan jixwe ji malbatên xizan tên. Em vê piştgiriya ku ji taştê û cixareya xwe birîne pir bi watedar dibîn in. Heta Rojava bigihije azadiya xwe dê vê piştgiriya xwe bidomîn in. Diyar kirin ku divê gelê me yê li derve bi hîstiyartir bin û Rojavayê ne cihekî li derveyê xwe bibînin û alîkariyê bikin."