Ji Geverê ber bi sînor veguhestina tank û leşkeran

Ji Geverê ber bi sînor veguhestina tank û leşkeran

Ber bi sinorê Herêma Başûrê Kurdistanê ve veguhestina tank, melzemeyên leşkerî û leşkeran hate kirin.

Ji 34’mîn Fermandariya Tûgaya Sinor ya Geverê bi dehan tank, xistin TIR’ên leşkerî û ber bi sinorê Herêma Başûrê Kurdistanê ve şandin.

Hate hînbûn ku, di nava van 3 rojên dawî de her şev di demjimêrên dereng de ber bi Şemzînan, Rûbarok û Oremarê ve leşker û melzemeyên leşkerî vediguhêzin.

Şeva din bi dehan tankên ji Wanê anîn, birin Rûbarok û Oremarê. Hate hînbûn ku, dê tankan bibin Rûbarok û Navberojan ku sinorê Başûrê Kurdistanê de ye û ser sinorê Îranê li herêmên Gare, Qatûna, Helêna, Şikeftan û Oremarê ji bo qereqolên nû tên çêkirin bicih bikin.

Gel di derbarê veguhestinên vê dawiyê ên leşkerî de diyarkirin ku, “Piştî Kongreya KCK’ê li ser sinor amadekariyên şer hene.  Beriya 3 mehan jî hinek veguhestin hebûn. Lê vê heftiya dawiyê liv û tevgerbûnekî leşkerî ya ne li ser xêrê heye.”