Ji Fermandariya Zagrosê hişyariya nêçirvaniyê

Ji Fermandariya Zagrosê hişyariya nêçirvaniyê

Fermandariya Qada Zagrosê ya HPG'ê daxuyaniya beriya niha der heqê qedexeya nêçirvaniyê de dabû bibîr xist û hişyarî da ku qedexeya nêçirvaniyê neyê binpêkirin.

Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin, "Me di daxuyaniya xwe ya beriya niha de diyar kiribûn ku hatina qada eyaleta me ya Zagrosê bi armanca nêçirvaniyê qedexe ye û eger ev hewldan dewam bikin, dê pêkanînan bikin. Bi taybetî karên nêçirvahiyên yên li qadên Oremar û derdora wê, Şitazîn, Satê, Dola Çinara û Alantosê binpêkirineke û eger dawî li vê yekê neyê anîn, dê ya pêwîst were kirin. Ji raya giştî re tê ragihandin."