Ji fermandarên YJA-STAR'ê Karahan bi girseyî hat oxirkirin
Ji fermandarên YJA-STAR'ê Karahan bi girseyî hat oxirkirin
Ji fermandarên YJA-STAR'ê Karahan bi girseyî hat oxirkirin
Ji fermandarên YJA-STAR'ê Nêrgiz Karahan (Nêrgiz Cizîr) ya di şerekî sala 2012'an de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi hezaran kesan ve li Şinrexê hat veşartin. Dayika Karahan di merasîmê de bang li hukûmetê kir ku ji bo xwîn êdî nerije, gavan biavêje.
Di Festîvala Berxbir a li Zozanê Laleşê yê navçeya Şirnex Elkê, gerîlayên HPG'ê daketin qada festîvalê û cenazeyên endamê Meclîsa Leşkerî ya HPG'ê Mehmet Kaplan (Mehmed Goyî) û yek ji fermandarên YJA-STAR'ê Nêrgiz Karahan (Nêrgiz Cizîr) yên di şerêdi sala 2012'an de jiyana xwe ji dest dabûn, radestî gel kirin. Malbata Karahan duh êvarê cenazeyê keça xwe ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê girt û anîn Cizîrê. Ji ber hatina cenaze, dikankaran li navçeyê dikanên xwe venekirin li Mizgefa Şêx Sîraç a li kolana Hezexê, bi hezaran kesan cenaze pêşwazî kirin.
JINAN DARBEST HILGIRTIN SER MILÊ XWE
Piştî wecîbeyên olî yên li Mizgefta Şêx Sîraç, jinan darbesta gerîlaya YJA-STAR'ê Karahan hilgirtin ser milê xwe û xistin ambûlansê. Li dû ambûlansê bi hezaran kes meşiyan û gihaştin Goristana Asrî ya Cizîrê. Cenazeyê Karahan li Goristana Asrî hat veşartin û piştre jê re dûa hat kirin. Li dû dûayan, deqeyek rêz hat.
'NÊRGIZ KEÇA TEVAHIYA GELÊ KURD E'
Dayika Karahan Ayşe Karahan di axaftina xwe ya li vê derê de diyar kir ku Karahan ne tenê keça wê, keça tevahiya gelê Kurd e û got, "Keça min tevlî karwanê şehîdan ên di rêyeke bi rûmet de jiyana xwe ji dest dan. Bi keça xwe re serbilind im. Nêrgize diçe, bi hezaran Nêrgiz tên. Divê hukûmet vê baş bizanibe û ji bo Nêrgizên nû jiyana xwe ji dest nedin, tavilê gavên berçav biavêje."
Dayika Nêrgiz Ayşe Yîgît her weha helbestek ji bo keça xwe nivîsandibû xwend. Girseya gel piştî axaftinan ji goristanê derket û çû serdana sersaxiya malbata Karahan a li taxa Cûdî.