Ji Elmanya û Fransaye banga hiqûqa penaberiyê ya hevpar

Tê payîn ku îsal di asta rekorê de penaber bên welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) bi taybetî jî Elmanyayê. Li aliyê din êrîşên nîjadperestî jî di asteke xetere de zêde dibin.

Tê payîn ku îsal di asta rekorê de penaber bên welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) bi taybetî jî Elmanyayê. Li aliyê din êrîşên nîjadperestî jî di asteke xetere de zêde dibin. Du ji welatên sereke yên YE Elmanya û Fransayê, ji bo sererastkirina penaberiyê ya hevpar bang kirin.

Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel û Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande li Berlînê li hev rûniştin û ji bo çareseriya pirsgirêka penaberan banga hewldaneke hevpar kirin. Di deklarasyona hevdemî ya her du lîderan de bal hat kişandin ser rewşa ku pirsgirêka penaberiyê xwe gihandiye.

Angela Merkel da xuyakirin ku Yekîtiya Ewropa bi pirsgirêkeke girîng a herikîna penaberan re rû bi rû ye û ji welatên yekîtiyê xwest ku hiqûqeke penaberiyê ya hevpar ava bikin.

Hollande anî ziman ku bi herikîna penaberiyê re ew bi rewşeke 'gelekî giran' re rû bi rû ne û da zanîn ku ev yek 'demkî' ye, lê rewşeke 'hînê dewam bike' ye.

Par 63 hezar kesan serlêdana penaberiyê li Fransayê kirin. Ev hejmar li Elmanyayê gihaştibû 202 hezaran. Li Elmanyayê di nava 7 mehên destpêkê yên îsal de zêdeyî 217 hezar serlêdanên penaberiyê hatin kirin. Fikar hene ku ev hejmar heta dawiya salê bigihêje 800 hezarî.

Pirsgirêka penaberiyê ya li Elmanyayê bi taybetî di rojên dawî de bi êrîşên nîjadperestiyê re dikeve rojevê. Li bajarokê Heîdenaû yê eyaleta Sachsenê, li hemberî wargeheke penaberan nîjadperestan çalakiyek pêkanîn û di pevçûna navbera nîjadperest û polîsan a li vir de bi dehan kes birîndar bûn. Li gelek bajarên din ên Elmanyayê îsal gelek xwepêşandanên nîjadperestiyê rû dan û êrîş zêde bûn.