Ji dozên ‘KCK’ê’ ji 17 girtiyan re 131 sal ceza hate birîn

Ji dozên ‘KCK’ê’ ji 17 girtiyan re 131 sal ceza hate birîn

Ji dozên Semsûr, Dêrsim û Elazix yên ‘KCKê’ ku li Meletiyê pêk dihat, ji 2 kesên serbest tên darezandin bigiştî 17 kesên tên darezandin re di navbera 7 sal û 13 salan de bigiştî 131 sal û 12 meh ceza hate birîn.

Ji doza Dêrsim ya ‘KCKê’ ku li 3’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Meletiyê berdewam dikir, ji 2 kesên serbest bigiştî 6 kes dihatin darezandin de, girtî û parêzer amadebûn. Dadgehê ji yên hatin darezandin Bawer Demîr re 9 sal û 10 meh, Mahîr Kan 9 sal û 3 meh, Eylem Ulgen 9 sal û 3 meh, Ferhat Pervane, Zekî Kaya û Qasim Aydin re jî her yek ji wana 7 sal û 10 meh ceza birî.

Di dozek din ya di heman dadgehê pêkhat de , 5 xwendekarên girtî yên ji Zanîgeha Firatê ku bi hinceta li Elazixê endamên ‘KCK’ê ne berdewam kir. Di rûniştinê de îdiayên hatine kirin redkirin û beraet hate xwestin, piştî wê dadgehê biryara xwe aşkera kir. Dadgehê bi sûcdariya ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘ propoganda rêxistinê’ ji Alî Kinar re 7 sal û 10 meh, Gokhan Ongulen re 7 sal û mehek, ji Erdal Demîr re 7 sal û mehek, ji Mehmet Yigit re 9 sal û 10 meh û ji Diyadîn Abak re jî 9 sal û 10 meh cezayê girtîgehê birî.

Dîsan doza ‘KCK’ ya Semsûrê ku li 3’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Meletiyê pêkhat, di derbarê 6 girtiyan de biryar derket. Ji Aydin Kara û Hamiyet Demîr re 11 sal û 4 meh, ji Umut Çalişkan û Ahmet Guven re 9 sal û 10 meh, ji Yasîn Ekmen û Havva Bozkurtê re jî 13 sal û 10 meh cezayê girtîgehê hate birîn.