Ji doza KCK ya Bazîdê 8 kes hatin berdan
Ji doza KCK ya Bazîdê 8 kes hatin berdan
Ji doza KCK ya Bazîdê 8 kes hatin berdan
Di rûniştina doza KCK'ê ya Bazîdê ku 8 jê girtî 21 siyasetmedarên kurd dihatin darizandin, 8 kesên girtî serbest hatin berdan
Rûniştina doza KCK'ê ya Bazîdê ku 8 jê girtî 22 kes tên darizandin li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Erziromê hat dîtin. Di 29'ê Gulana 2012'an de bi navê doza KCK'ê li navçeya Bazîdê ya Agiriyê operasyon pêk hatibû û di operasyonêde rêveberên Şaredariyê, Rêveberên BDP'ê jî di navde 21 kes hatibûn binçavkirin û jê 8 kes hatibûn girtin.
Di rûniştinê de Parlamenterê BDP'ê yê Agiriyê Halil Aksoy, xizmên girtiyan parêzer û gelek kesên din amade bûn. Di rûniştinê de piştî siyasetmedar û parêzaran paratina xwe kirin heyeta dadgehê 8 kesên girtî serbest berdan.
Kesên hatin berdan wiha ne. Endamê Meclisa BDP'ê Diren Yagan, Endamê Meclisa Daîmî yê KCD'ê, Mustafa Ozer, Delegeyê KCD'ê, Hatice Ozhan, Serokê BDP'a Bazîdê yê berê Îsa Ozer, Endamê Meclisa Şaredariyê Şerife Gunhan û Nûrî Çelîk, Nûnerê TUYAD-DER'ê yê Bazîdê Ahmet Kayave û Halit Oral serbes hatin berdan.
Rûniştina dozê taloqî 13'ê Gulanê hat kirin.